Li Amsterdamê pevgihîna jinan

Li Amsterdamê pevgihîna jinan

Li paytexta Holanda Amsterdamê di pevgihîna “Ji jinê bo jinê” hate lidarxistin û pirsgirêkên ku jinên penaber pêre rû bi rû dimînin hatin gotûbêjkirin.

Li paytexta Holanda Amesterdamê pevgihîna jinan a bi navê “Ji jinê bo jinê” pêk hat. Pevgihîna jina ji aliyê Yekitiya Jinan a Navneteweyî –IWA, Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî, Weqfa Pinay sa Holland, Komîteya Desteka ji bo Jin û Zarokên Filîpînî (Support Committee for Filipino Women and Children), Mala Piştgirî û Piştevaniya Penaberên bê Kaxez (Het Wereldhuis) ve hate organîzekirin.

Civîn bi beşdariya derdora 30 jinên Kurd, Filîpînî, Şîliyî, Holandî, Alman û Efrîkayî Het Wereldhuisê pêk hat û di civînê de pirsgirêkên ku jinên penaber li Hollandayê pêre rû bi rû dimînin û tevna têkiliyên di navbera saziyên jinan de hatin gotûbêjkirin.

Tesbîtên di civînê de derketin pêş wiha ne:

-Her çendî li Holandayê pirsgirêkên binpêkirinên mafên jinan û pirsgirêkên navmalbatî hene, dîsa pirsgirêkên jinan ên xebatê hene, weke ku pirsgirêk hatibûn çareserkirin nîşan didin. Rêxistinên jinan jî bi awayeke belave û perçebûyî radiwestin.

-Birrîna fona ku dewleta Holanda ji bo projeyên jinan veqetand, bandorê li xebatên rêxistinên jinan kir. Lê divê jin li şûna pişta xwe bidin vê fonê, dînamîkên xwe bi xwe biafirînin.

-Li Holandayê li hemberî pirsgirêkên jinanên penaber ên bê kaxez, xemsarî heye. Heta niha tu efûyek ji bo jinên penaber ên bê kaxez derneketiye û gelek jin di mercên îllegal û zor de dijîn.

Piştî civînê, ji aşxaneyên Kurd û Filîpînê xwarin pêşkêşê beşdaran hatin kirin. Di civînê de biryara hate dayin ku bi awayeke rêkûpêk ji îro û pêve civînên wiha bên lidarxistin. Civîna piştî vê dê li Den Haagê bi malovaniya Weqfa Jinan a Hêlîn û Meclîsa Jinan a Ronahî pêk bê.