Li Amerîkayê yek ji sê jinan dibin hedefa şîdetê hevserê xwe

Li gorî lêkolîneke ku li 24 welatên li parzemîna Amerîkayê hate kirin, 60 ji sedî yê jinan dibin hedefa şîdetê. Yek ji sê jinan jî dibin hedefa şîdeta zayendî ya jî fîzîkî ya hevserê xwe.

Lêkolîn ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Pan Amerîkan (PAHO) ve li welatên Başûr û Bakurê Amerîkayê hate kirin û şîdeta ku jin ji hevserê xwe dibînin hate lêkolîn.

Li gorî lêkolîna PAHO'yê, yek ji sê jinên 15-49 salî herî kêm carekê di jiyana xwe de bûne hedefa tundiya hevser. Di lêkolînê de hate ragihandin, şîdet bi rengekî fîzîkî ya jî zayendî tê kirin û hate gotin, ev rêje li hin welatan du ji sê paran e.

Li Brezîlya, Ûrûgûay û Panamayê, 14 heta 17 ji sedî yê jinên 15-49 salî bûn hedefa tundiya hevserê xwe. Li Bolîvyayê ev rêje gihîşt 58.5 ji sedî.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Meksîka û Kolombiyayê jî bûyerên tundiyên yên 20 salên dawî hatin lêkolîn. Di encamê de herî kêm 60 ji sedî yê jinên li parzemîna Amerîkayê gotin ku tundî li wan hatiye kirin.

Ji Başûr û Bakurê Amerîkayê 35 welat di nava sîwana Rêxistina Tenduristiyê ya Pan Amerîkan (PAHO) de cih digirin.