Li Amedê sedema destgîrkirinê 25''ê Mijdarê ye

Diyar bû sedema destgîrkirina jinan a li Amedê meşa 25'ê Mijdarê ye.

Duh bi navenda Amedê bi operasyona qirkirina siyasî, siyasetmdar, nûnerên rêxistina civaka sivîl û rêveberên sendîkayan jî di nav de 23 jin hatibûn destgîrkirin.

Kesên ku hatine destgîrkirin: Adalet Kaya, Nevîn Oyman, Fatma Gultekîn, Filîz Buluttekîn, Remziye Sizici, Emîne Kaya, Fatma Yildizhan, Nîhal Yanik, Hatîce Efe, Bahar Ulug, Zekiye Guler, Jale Okkan, Sakîne Karadenîz, Bîrsen Guneş, Hazal Yildirim, Safiye Akdag, Esma Efeturk, Yildiz Karadaş, Gulşen Ozer, Evîn Yelboga, Ayşe Emîne Akşahîn, Emîne Çetîner û Keziban Kuday.

Li gorî agahiyan ji ber meşa 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Jinê ya sala 2021'an lêpirsîn hatiye destpêkirin. Wê rojê bi banga Platforma Jinan a Amedê ya Dîclê bi hezaran jin hatibûn cem hev û xwestibûn ku heta bi Parka Roboskê bimşeşin lê polîsan meş asteng kiribû û tevlîhevî çêbûbû.

Derheqê 23 jinan biryara destgîrkirina 4 rojan hatiya dayin, tê payin ku sibe îfadeya wan were standin.