Li Amedê jina ciwan a 14 salî mirî hat dîtin

Li Amedê jina ciwan a 14 salî mirî hat dîtin

Li navçeya Farqîn a Amedê jina 14 salî li odeya xwe mirî hat dîtin. Hat îdia kirin ku jina ciwan bi çekê gule berdaye serê xwe û întîxar kiriye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li navçeya Farqîn a Amedê li taxa Yuksek, jina 14 salî ya bi navê E.T li odeya xwe mirî hat dîtin.

Jina ciwan bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yusuf Azîzoglu, ligel hemû mudaxaleyan nehat xilaskirin.

Jina ciwan ya tê texmînkirin întîxar kiriye,  ji berk u sedema mirina wê bê tespîtkirin rakirin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.