Li Amedê 7 jin hatin girtin -HATE NÛKIRIN

Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de 24 jin hatibûn destgîrkirin. Ji nav 15 jinan 7 jin hatin girtin.

Di 16’ê Adarê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyoneke qirkirina siyasî dabû destpêkirin, li Amed û hin bajaran 24 jinên siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û rêveberên sendîkayê hatibûn destgîrkirin.

Piştî îfadeya li emniyetê jin sewqî edliyeyê hatin kirin.

Li Edliyeyê Seroka Komeleya Jinan a Rosaye Adalet Kaya, Avakara Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, Hevseroka Şaxa TUMBEL-SEN’ê Nîhal Yanik û Sekretera Şaxa Nimreya 1’an a Egîtîm-Senê Hatîce Efe, Yildiz Kardaş û Muhîbet serbest hatin berdan.

Li hakimtiyê Jale Okkan, Emîne Kaya, Sakîne Karadenîz, Remziye Sizici, Fatma Kagmaz, Esma Efeturk û Gulşen Ozer hatin girtin. Hazal Yildirim jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.

9 jin li emniyetê ne û îfadeyê didin.