Li Adîgey 5'emîn konferans jinên Kurd hate lidarxistin

Organîzasyona Jinên Kurd ên Adîgeyê bi tevlêbûna 60 delegeyan 5'emîn konferansa xwe li darxist. Di encamnemeya konferansê de, parlementa HDP'ê Leyla Guven û hemû çalakvanên ji bo azadiya Ocalan ketine greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Li Komara Xweser a Adîgey ya Federasyona Rûsya Organîzasyona Jinên Kurd a Adîgeyê li Navenda Çanda Kurd a Adîgey 5'emîn Konferansa xwe bi dûrişmeya "Bi rihê berxwedana serdemê em ê tekoşînê geş bikin, tecrîda Îmraliyê bişkînin û pargala faşîzmê têk bibin" hate lidarxistin. Konferasa bi beşdariya 60 delegeyên ku ji başarê Stavrapol, Krasnadar û navçeyên derdor ve hatin dest pê kir.

 

Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê konferans, bi hilbijartina dîwanê û mijarên rojeva konferansê dewam kir. Destpêkê Seroka Organîzasyonê Xatûn Mamedova axivî. 

'OCALAN HEMÛ TIŞT JI BO JINAN KIRIYE'

Mamedova di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya azadî û yekîtiya jinê û got: "Jina bi xwe re rihê azadiyê ava nekiribe û ji bo azadiya xwe tekoşîn nekiribe ew hertim mahkûmî têkçûnê ye. Ji bo ku em bikaribin xwe azad bikin û bi azadkirina xwe ve civaka xwe azad bikin Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû tişt ji bo me ava kiriye. Lewma jina Kurd xwe hertim deyndarî Rêberê xwe dibîne. Ji bo wê îro jina Kurd bi awayekî tund tecrîda li ser Rêberê xwe şermezar dikin. Di kesayeta parlementera HDP'ê Leyla Guven de em hemû jinên di çalakiyên birçîbûnê de ne li ser navê konferansa xwe wan silav dikin."

Piştî axaftina destpêkê raporan xebatên du salan û nirxandin û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di derbarê azadiya jinên de hatin xwendin.

MECLÎSA JI 33 KESÎ HATE HILBIJARTIN

Di konferansê de li ser pirsgêrêkên jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adigey û navçeyên derdorê hat sekinandin û ji bo rêxistinkirina jinan were xurtkirin, nirxandin hatin kirin. Her wiha yek ji mijara sereke ya konferansê zawaca bi emrê biçûk û revandina keçan bû. Hat diyarkirin ku ji bo pêşî li vê bê girtin pêwîste di nav civakê de rola xwe bileyzin. 

Beşa dawî ya konferansê de ji bo serokatiya Organîzasyona Jinên Kurd ên Adîgey dûbare Xatûn Mamedova hat hilbijartin. Ji bo meclîsa Organîzasyonê jî 33 kes hatin hilbijartin. 

ÊRÎŞÊN LI SER MEXMÛR Û ŞENGALÊ HATIN ŞERMEZARKIRIN

Piştî konferansê jinan bi daxuyaniyek çapemeniyê ve encamnameya konferansê eşkere kir. Her wiha di daxûyaniyê de tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li se Maxmûr û Şangalê jî hatin şermezarkirin. 

PAJK TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DIDE

Di encamnameyê de girîngiya Tevgera Azadiya Jinê PAJK'ê hate destnîşan kirin û hate gotin, "Tevgera azadiya jinê PAJK, di serî de li çiya di nava xwe de û di nava civaka xwe de, ji bo azadiya jina, vîna jina, zanekirina jina di her qadê jiyanê de, tekoşîneke bêhempa dide. Li ser vê esasî di vê qadê de jî, xwe bi rêxistin kirina xweser ve em tekoşina xweya azadiya jin hîn xûrttir bidin. "

Xalên ku di konferansê de biryar li ser hatine standine wiha ne:

"Jinên Kurd ên li Komara Adigey, azadiya Rêber APO, wek azadiya xwe dibînin. Ji bo pergala İmraliyê bişkînin û Rêber APO azad bikin, di her şart û mercan de tekoşîn û çalakiyan bilind kirine.

Di emrê biçûk de zewaca keçan sûç dibînin û bi tûndî mehkûm dike. Li hemberî vê di nav tekoşînek mezin debin. 

Jinên ciwan, pêşeroja civakê ne. Pêşeroj, zanistiye dixwaze. Lewma ji bo jinên ciwan bixwîne û wê xebat bide maşandin. 

Malbat, li ser biryar û hevkirina dû aliya têne awakirin. Bê xwestake keçan û li hev nekirina malbatan, rewandina keça, ne çanda Kurda ye. Bi xwe re gelek pirsgirekên civakî tîne. Ji ber vê jî, li hemberî rewandina keçan tekoşîn û seza hewce dike."