Li Şemzînan çalakiya ‘Ji bo jinan edalet’

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jinên HDP’î di çarçoveya kampanya ‘Ji bo jinan edalet’ de çalakî pêk anî.

Di çalakiya “Zincîra binefşî” ya li ber avahiya HDP’ê ya li navçeya şemzînan pêk hatî de parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, hevserokên bajar û navçeyê, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û Dayikên Aştiyê cih girtin.

Di çalakiyê de pankarta “Ji bo jinan edalet” hate vekirin û her wiha wêneyên girtiyên siyasî yên bi navê Leyla Guven, Sabahat Tûncel, Gulten Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Remziye Yaşar, Ayşe Gokhan, Rojbîn Çetîn û Dîlek Hatîpoglû hatin hilgirtin.