Li Îzmîr û Wanê 2 jin hatin kuştin

Ceyda Yuksel a li Bornova ya Îzmîrê dijî, ji aliyê mêrê bi navê Serkan Dîndar ve li mala wê hate qetil kir, li navçeya Erdîş a Wanê jî jina bi navê P.A ji bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Bornova ya Îzmîrê jina bi navê Ceyda Yuksel (21) salî li mala xwe ji aliyê mêrê bi navê Serkan Dîndar ê li heman malê bû ve hate kuştin. Dîndar ê li ser îxbara cîranan hate destgîrkirin ji aliyê dadgehê ve bi sûcê ‘Bi zanabûn kuştinê’ hate girtin.

Li taxa Golagzi ya navçeya Erdîş a Wanê jî jina bi navê P.A (37) hate ragihandin ku di saet 13:00’an de li mala tenûrê ya li ber mala wê hate gotin ku întixar kiriye. P.A ya dayîka 4 zarokan ku ji aliyê xizmên malbatê ve hate dîtin 2 mehî ducanî bû. Ji bo otopsiyê cenazeyê P.A birin Nexwexaneya Dewletê ya Erdîşê. Hate ragihandin ku li ser mijarê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê lêpirsîn daye destpêkirin.