Li Îzmîr û Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
Li Îzmîr û çar navendên Stenbol agirê Newrozê hate vêxistin.
Li Îzmîr û çar navendên Stenbol agirê Newrozê hate vêxistin.
Newroza îsal wê li Îzmîr û Stenbolê bi şîara “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Jin li Stenbolê li çar navendan û li Kadîfekaleya Îzmîrê hatin ba hev agirê Newrozê vêxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxa Konak Kadifekale ya Îzmîrê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz beşdarî pîrozbahiyê bûn. Jinan bi meşaleyan heta qada ku Rahşan Demîrel di sala 1992'an de li Kadifekaleyê bi bedana xwe agirê Newrozê gur kir, meşiyan. Jinan pankarta “Dem dema azadiya jinê ye“ vekirin û bi muzîkê govend gerandin.
Di pîrozbahiya ku welatî jî lê amade bûn de girseya ku agir vêxist, demeke dirêj govend gerand û gelek caran dirûşmeyên "Denîz Poyraz bêmirine ", "Newroz pîroz be" û "Şehîd namirin" berz kirin.
LI ÇAR NAVENDÊN STENBOLÊ NEWROZ HATE PÎROZ KIRIN
Pîrozbahiya Newrozê ku beriya pîrozbahiya li Yenîkapiyê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Stenbolê bê lidarxistin, li gelek navendên Stenbolê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" dest pê kir. Îro ji bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi coşeke mezin Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku li Baxcilar, Sultanbeylî, Esenyurt û Beylikduzuyê hatin lidarxistin de jinan bi cil û bergên xwe yên netewî agirê Newrozê vêxistin û govend gerandin.
Di pîrozbahiyê de timî dirûşmeyên "Newroz pîroz be", "Bijî Newroz" û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.