Li Îranê ji sedî 7’ê tîryakiyan jin in

Hate diyarkirin ku li Îranê ji sedî 7’ê tîryakiyan jin in.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnaye şêwirmenda karên jinan a di koma têkoşîna li dijî tiryakê de Fîrûzeh Caferî  diyar kir ku maddeya bi navê crack a ku ji kokaînê tê çêkirin, di nav jinan de bikaranîna wê zêde bûye.

Caferî diyar kir ku, ‘Nêzî 156 hezar jinên Îranê tiryakê dikêşin.’

Berê jî rayedarekî ku li dijî tiryakê têdikoşiya diyar kiribû ku, di 10 salên dawîn de hejmara jinên ku tiryakê dikşînin du qat bûye û temenê bikaranînê jî kêm bûye.

Îran ji ber ku li ser rêya Ewrûpa û Rojhilata Navîn de, rêya barkirina tiryarkirinê ji vê derê derbas dibe. Tiryak li nava welat jî bi rêyên qaçax tê firotin. Gelek jêderk diyar dikin ku ev tişt di bin kontrola Mûxafizên Şoreşê de pêk tê.

WELATÊ KU HEJMARA TIRYAKKÊŞAN ZÊDE YE

Li gorî daneyên navenda têkoşîna li dijî tiryakê hejmara tiryakkêşan herî kêm 2.8 milyon e. Şeş sal berê ev hejmar, 1.3 milyon bû. Li Îranê ji sedî 70’ê tiryakkêşan opîûmê dikşînin, ên din jî krîstal jî di nav de maddeyên cihê dikişînin.

Îran ev welat e ku, hejmara wê ya tiryakkêşan gelekî zêde ye. Ji ber ku li welat nelirêtî heye û welat bi polîtîkayên dijwar ên li dijî azadiyan tê birêvebirin, ciwan jî di nav de mirov berê xwe didin tiryakê.