Li Îranê bavê hovane keça xwe qetil kir, 9 sal ceza lê birîn

Li Îranê bavê ku dema keça wê ya 14 salî di xew de parçe kir, 9 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Li Îranê di meha Gulanê de qetilkirina Romîna Eşref a di bin navê ‘namûsê’ de nerazîbûnên tund hetibûn raberkirin.

Gelek saziyên çapemeniyê rexne kir ku ev yek di encama ‘tundiya civakî’ ya Komara Îranê a ‘mêrserwer’ de pêk hatiye.

Li gorî medyaya xwecihî dema Romîna Eşrefî piştî vegeriya mala malbata xwe ya li bajarê Talîş a eyaleta Tîlanê 21’ê Gulanê dema di xewde ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin.

Dayika keça biçûk Rana Deştî ji ajansa Nûçeyan a Îlna re axivî û got: “Her çendî dadgeha Edlî bêje ev dozeke ‘taybet bigirim dest jî’ biryara dadgehê malbat û min sersûrman kir.”

Deştî got: “Divê hevserê min carekî din nevegere gund.” xwest ku biryar carekî din li ber çavan re were derbaskirin, xwest ku bav bê darvekirin.

Li gorî Îlna yê li gorî qanûna ceza ya Îranê bavek ji ber qetilkirina zarokeke xwe nikare bê darvekirin, tenê dikare bê girtin û pere razîne.

Romîna Eşrefî aşiq bûbû û xwestibû li gel yeke 15 sal jê mezintir bizewice û piştî ev yek ji aliyê bavê wê ve hate redkirin û şûnde mal terikandibû. Li ser giliya bav zarok vegerandibû malê, Bahman Haravî yê ku dixwest li gel bizewice jî du salan cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li gorî medyaya Îranê Romîna dema ji aliyê polîsan ve biribû malê, ev yek nexwestibû û fikarên wê li ser jiyana wê hebû.

Li gorî rejîma Îslamî ya Îranê qanûna zewacê ya ji bo jinan ji 13 salî û şûnde destpê dike.