Li Êrîvanê têkildarî 25’ê Mijdarê civînek hate lidarxistin

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi wesîla 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê civîn hate lidarxistin.

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad li mala kêmnetewa bi jinên Ermenî, Asûrî û Gurcî re li ser wateya 25'ê Mijdarê civîn hate lidarxistin. Her wiha ji berpirsiyar saziyên jin û kesayetên cuda tevlî civînê bûn. Li ser tekoşîna jinan sînevîzyon hate nîşandan.

Endama Yekîtiya Jinên Azad Lîanna Mihoyan li ser wateya 25'ê Mijdarê beyanname xwen.

Di beyannameyê de hemû jinên ku ji bo azadiya jinê têkoşîn kirine û canê xwe feda kirine bi rêzdarî hatin bîranîn û wiha hate gotin: “Tundiya li ser jinê polîtîk e. Sîstema mêr dewlet ji pêşketina jin ditirsin naxwazin jin bi zane bibe û li hebûna xwe xwedî derkeve. Em wek Yekîtiya Jinên Azad dibêjin na ji hemû rengên tundiyê re. Ji bo ku em hemû rengê tundî û neheqiya li ser me tê kirin qebûl nekin, divê em êşa hev hîs bikin, rêxistina xwe çêbikin û parastina xwe ya rewa ava bikin.

Weke ku Rêber Apo sedsala 21’an, bi sedsala jinê bi nav kir û got, ‘ez şervanê têkoşîna azadiya jinê me’. Rêber Apo di oxira şoreşa azadiya jinê de bi dehan tez û projeyên civakî ava kirin. Rêber Apo got, ‘heta jin azad nebe wê civak jî azad nebe.’

Em wek tevgera azadiyê ya jinên Kurd xwedî hêzêke gerdunî ne. Îro li Rojava û li Kurdistanê bi pêşentiya jinê têkoşînekî bê hempa tê meşandin. Jinên Kurd biryara xwe ya azadiya jinê dane. Ji bo me ferq nake jinên Kurd bin, Ermenî, Ukranî, Hind, Rus, Afgan, Tirk, Ereb, Fars, Ewropî bin, êşa me jinan hemûyan yek e. Em bang li hemû jina dikin destê xwe bidin hev xwe bi rêxistin bikin û li hemberî tundî û neheqiya ku li ser jinê te meşandin têbikoşin. Wek jinên li vir divê em ti carî jinên Şengalê ji bîr nekin ku çawa DAÎŞ ew birin û li bazaran firotin ku heta niha jî bi sedan jin di destê çeteyan de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Pewîste jin Anûşa Apetyan a ku bi rengekî hovane ji aliyê dewleta Azerbaycanê ve hate qetilkirin ji bîr nekin.”

Piştî xwendina beyannameyê ji saziya neteweyên yekbûyî, partiyên sivîl, parêzvanên mafên mirovan gelek jinên rewşenbîr û parlamenter jî li ser 25’ê Mijdarê axivîn.