Çalakvana Filistînî Leyla Xalid ji bo Guven nameyek nivîsî

Endama Buroya Siyasî ya Eniya Gelerî ya Rizgarkirina Filistînê Leyla Xalid nameyek ji Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re sand û got: “Em ji te re misoger dikin ku zilma di girtîgehan de dirêj nake. Bi têkoşîn û sebra li ser birçîbûnê rastî wê bi ser bikeve."

Çalakvana Filistînî Leyla Xalid nameyek ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku ev 69 rojin ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçûbûnê de ye, re şand.

Di nameyê de ev tişt hatin gotin;

"Ji Leyla Xalid a Filistînê ji bo Leyla Guven a Kurd.

Hevala min a hêja Leyla Guven. Hezar silavên germ li te, ey Leylaya di girtîgeha zaliman de.

Girtîgeh nikaribû bibe kelem li pêşiya dengê te ku bighêje me da ku em bi te bisekinin û zextê li parlementoyên hemû cîhan bikin ku ji bo pêkanîna xwestekên te bikevin tevgerê. Ji bo ku hemû girtiyên siyasî û di serî de Têkoşerê mezin Abdullah Ocalan, serbest werin berdan.

Armanca greva birçîbûnê ya ku têkoşerên di girtîgehên Tirkiyê yan jî di yên Îsraîlê de li dijî sîstemên desthilatdar ku dixwazin degnê gelê azadîxwaz, edaletî, civakî û demokratîk, qut bikin didin meşandin.

Ez bi navê xwe û bi navê jinên Filistînê dengê xwe tevlî dengê te dikim ku hemû cureyên binpêkirinê li dijî têkoşeran were sekinandin.

Hevala min a hêja, Leyla

Em ji te re misoger dikin ku zilma di girtîgehan de dirêj nake. Bi têkoşîn û sebra li ser birçîbûnê rastî dê bi ser bikeve.

Gireva te ya birçîbûnê her çiqas bi êş e jî, lê şêweyê herî bi rûmet ê têkoşînê ye. Gelê te û hemû azadîxwazên cîhanê bersiva vê çalakiya te didin, ez eniya te maç dikim, destên te digrim, tê her ji bo jinên cîhanê mînak be. Bi hêviya azadiyê…

Hevala te ya têkoşînê Leyla Xalid.”