Bi pêşengiya pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) û beşdariya Meclîsên Jinan ên HDP’ê li rêxistina bajêr a Amedê bi şîara ‘Rêxistinbûna me , azadiya me ye’ konferans hate lidarxistin. Ji her bajarî jin tevlî konferansê bûn. Di konferansê de wêneyên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Silopiyê hatin qetilkirin û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin daliqandin ên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin.
GUVEN: EZ DIZANIM KU EM Ê BI SER BIKEVIN
Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 24 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyam ji konferansê re şand.
Peyama Guven wisa ye:
“Ez konferansa we silav dikim. Ez hemû jinan silav dikim ên ku li derve piştgiriyê didin min. Ez silavên xwe bi taybetî ji Dayîkên Aştiyê re dişînim. Ji bo protestokirina tecrîda li ser gelê Kurd û tecrîdê min dest bi vê çalakiyê kir. Heta ku ez bersivê bistînim, ez ê çalakiya xwe bidomînim. Ez dizanim ku ev têkoşîneke rewa ye û em ê bi ser bikevin.”