Leyla Guven: Di 8’ê Adarê de em hêza xwe nîşan bidin
Jinên femînîst ên ku ji Stenbolê hatibûn çûn serdana Leyla Guven. Guven bang li jinan kir ku bila bi awayekî xurt di 8’ê Adarê de dakevin qadan.
Jinên femînîst ên ku ji Stenbolê hatibûn çûn serdana Leyla Guven. Guven bang li jinan kir ku bila bi awayekî xurt di 8’ê Adarê de dakevin qadan.
Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 113 roj in di greva birçîbûnê de ye.
POLÎSÊN ZEXT LI JINAN KIRIN
8 jinên femînîst Fîrdevs Hoşer, Kamîle Dînçsoy, Şengul Yuksel, Gulîz Saglam, Ozgul Sakî, Songul Aydin û Hatîce Odemîş ên ji Stenbolê ji bo serdana Leyla Guven hatin Amedê. Li ber deriyê mala Leyla Guven polîsan pêşiya jinan girtin û nasnameya jinan ji wan xwestin. Jinan nerazîbûn nîşanî vê helwesta polîsan dan.
GUVEN: CESARET HÊVIYÊ DIDE ME
Fîrdewş Hoşer diyar kir ku ew kêfxweş bûne ku Guven bi moral bûye. Jinan diyarî anîn ji Leyla Guven re. Guven jî diyar kir ku ev serdan û cesareta jinan hêzê û hêviyê dide wê.
‘DIVÊ JIN DI 8’Ê ADARÊ DE DAKEVIN QADAN
Guven ji jinan re diyar kir ku ew di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin û got: “Piştî ku min ev têkoşîn nas kir, min got ez heme. Bi têkoşînê re ez azad bûm.”
Guven diyar kir ku divê jin di 8’ê Adarê de bi awayekî xurt dakevin qadan û têkoşîna xwe geştir bikin.