Li Hambûrg û Lavrîoyê çalakiyên 25’ê Mijdar

Li bajarê Hambûrg ê Elmanya û bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê ji bo 25’ê Mijdarê meş hatin lidarxisitn.

Li Hambûrgê li ser banga platforma jinan bi hezaran jin lihev civiyan û bi gotina ‘Gelek ruyê tundiya li jinan heye, yê berxwedanê jî heye’ roja 25’ê Mijdarê daketin kolanan.

Bi sedan jin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li Hambûrgê daketin kolanan û ruyê cuda yê berxwedana jinan nîşandian. Di platforma jinan a ku meş organîzekirî de Meclîsa Jinan a Rojbîn, Malê Jinan a Otonom ya Hambûrgê û gelek sazî û înîsyatîf cih girtin.

Çalakî li qada Landûngsbrucken bi mîtîngê destpêkir. Li vir gelek jin axivîn û gelek ruyê tundiyê yê li jinan vegotin û banga têkoşînê li jinan kirin. Nûnertiya Meclîsa Jinan a Rojbîn axivî û bal kişand li ser kampanyaya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ya bi dirûşmeya “Tundiya li jinê politîk e, dibe ku ew tu jî bûya”.

Meş li ber avahiya ku ala YPJ’ê lê hatibû boyaxkirin re derbas bû û li semta Sternchanze bi dawî bû.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê jî ji bo 25’ê Mijdarê meşek hate lidarxistin.

Jinan di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana jinê’ berzkirin.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Mîtîng bi rêzgirtinê destpêkir û piştre axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin ku her roj tundî li jinan tê kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.