Hikûmeta Erdogan niha raya giştî bi xwişk-biratiya Tirk û Kurdan mijûl dike. Vê weke projeyeke mezin pêşkêşî gel dike. Qala dîrokê dike. Lê dîroka niha, di warê rast de li ser esasê xwişk-biratiya Kurd û Tirkan nameşe. Berevajî, bi rengekî çavtarî dijminatî li Kurdan tê kirin. Pirsgirêka Kurd wê rû bi rûyê dawiyeke çawa were, wê çareseriyeke çawa çêbibe em vê li aliyekê bihêlin, divê mirov nehêle ew rastiyên dîrokî berevajî bikin û alemê gêj bihesibînin. Ji bo rastî li bîra mirovan were, divê em rastiyan deynin holê.
Dewleta Tirk ji bo çewisandina Kurdan bi rêxistinên mîna DAÎŞ, El Kaîde û El Nûsra re tifaq çêkirin ku ev rêxistin xwedî zihniyeta herî tarî ya cîhanê ne û li hemberî mirovahiyê her cûre sûc kirine. Ji bo van hêzên ku ji her çar aliyên cîhanê hatine berhevkirin, berde ser Kurdan her tişt kir. Yekîtî û xwişk-biratiya bi Kurdan re li aliyekê, li Sûriyeyê nexwest bibe cîran jî. Tevahiya sînorê Tirkiyeyê di destê DAÎŞ’ê de bû, lê Erdogan ti nerehetî nîşan neda. Berevajî, sînorên xwe ji bo DAÎŞ û rêxistinên din vekir. Sûriye kişand nav bîreke bêdawî û behra xwînê. Dema ku Kurdan xwe rêxistin kir, li ber xwe dan û DAÎŞ ji sînoran kire der, wê demê rêveberên Tirkiyeyê dest bi hewarê kirin. Gotin, “Sînorên me di xeteriyê de ne.” Sînor hemû bi dîwarên bilind û kamerayan tejî kirin.
Hemû cîhanê El Nûsra û DAÎŞ terorîst îlan kir. Tirkiye jî neçar ma ev xistin lîsteya terorê. Lê ti carê dest ji xebatan bi van re berneda. Li Îdlibê bi salan El Nûsra û rêxistinên din parast. Bi wan re bû. Erdogan ewqasê ji ser hişê xwe çûbû ku, dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir mîna ku hêzên wan bi ser ketine bi gotina “Kobanê ket, wê bikeve” bi kêfxweşî daxuyanî da.
El Nûsrayê navê xwe guhert û kir HTŞ. HTŞ niha li Sûriyeyê hat ser rêveberiyê û lewma Tirkiye jî di rolê hamiyê mezin ê wan de ye. Ew qasê ser hedê xwe diçin ku, wisa nîşan didin ku mîna Sûriye xistine bin kontrola xwe. HTŞ jî hîna di lîsteya rêxistinên terorê ya NY, DYE û Ewropayê de ye. Her wiha ev lîste jî çiqasê hiqûqî û siyasî ne, ev mijarên cûda ne. Lê rêveberiya Erdogan niha xwe li ber HTŞ’ê şirîn dike. Weke ku paşerojeke wan a bi xwîn nîne, bi pesin dayîna wan ve mijûl e. Ji Qral zêdetir bûne Qralvan.
Li Tirkiyeyê jî dema edebiyata xwişk û biratiya Tirk-Kurdan dikin, li Sûriyeyê jî hewl didin bi HTŞ’ê re bibin hevkar û QSD’ê tune bikin. Sûriye ev qasê bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ye, hemû hêz ji bo rawestandina şer bang dikin, lê Tirkiye guhê xwe ji van hemûyan re girtiye û êrîşên li dijî QSD’ê didomîne. Wisa li ser hedê xwe çûye ku, dest ji bombekirina benda Tişrînê bernade. Gel tê li wir û hewl dide bombebaranan asteng bike, lê belê êrîşî gel jî dike. Heta niha gelek caran bombe li wê girseyê barand û gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Dema ku Trump di hilbijartinê de bi ser ket, Erdogan û hevalên wî kêf kirin. Hesaba wî wisa bû ku Trump yan dê leşkerên xwe ji Sûriyê bikişîne yan jî wek berê dê bi wî re li hev bike û Kurdan biqedîne. Xuya ye niha dizanin ku pêvajo dê wisa pêş nekeve, kêfa wan nîne. Berevajî wê metirsîdar bûne. Jixwe Wezîrê Karên Derve yê nû hatî hilbijartin Marco Rubio ragihand ku niyeta wan nîne ku hêzên xwe bikêşin û ew ê berdewam piştgiriya QSD'ê bikin. Her wiha hişyarî da Erdogan ku vê pêvajoya derbasbûnê ji xwe re wek derfetekî nebîne û hewla êrîşên nû nede.
Gelo Erdogan dê guh bide van hişyariyan? Nexêr. Li gor wî Emerîka û dewletên Ewropayî dê di mijara Kurdan de sekneke aktîf nîşan nedin. Jiyana wan ji serî heta binî berjewendî ye. Erdogan ev yek baş fam kiriye. Lê belê dîsa jî dizane ku li Sûriyeyê rewş dê bi dilê wî pêş nekevin. Wan digotin "QSD û Rêveberiya Xweser li ser hevsengiya ku berê hatibû avakirin, li ser pêyan diman. Niha ew hevsengî hilweşiyan û hikûmetek yanî HTŞ'yek heye ku dê bi me re hevkariyê bike. Her wiha dema Trump jî hat, her tişt wê temam be. Em ê Kurdan ji holê rakin." Wek ku tê dîtin tekane armanca Tirkiyeyê tunekirina Kurdan e!
Lê belê niha Rojhilata Navîn ji nû ve tê avakirin. Di navenda vê avakirinê de ewlehiya Îsraîlê cih digire. Îsraîlê jî ji bo hikûmeta HTŞ'ê got "komek terorîst" û ji bo parastina ewlekariya xwe ya li Sûriyeyê ji hêla leşkerî ve berfirehkirina qada xwe didomîne. HTŞ nikare vê yekê rawestîne. Tirkiye jî nikare tiştekî bike. Lê Tirkiye niha bi van re eleqedar nabe. Armanca Tirkiyeyê ew e ku HTŞ’ê jî daxilî şerê navxweyî bike û zexta li ser Kurdan zêde bike.
Erdogan dê berdewam hewl bide bi Trump re li ser Kurdan bazarê bike, Kurdan li çar aliyê cîhanê reş bike û wan wek terorîst nîşan bide. Lê helbet dê daxwazên Emerîka û Îsraîlê jî hebin. Ew jî dê li hember Tirkiyeyê ewlekariya Îsraîlê dabîn bikin û dê li dijî hêzên weke Îranê hevkariyê ferz bikin! Gelo Erdogan dê li dijî vê yekê nerazînekê nîşan bide? Nexêr. Dijminahiya wî ya li hember Kurdan dikare hemî tiştî bi wî bide qebûlkirin. Tirkiye dawiya dawî dê daxilî projeya ewlehiyê ya Îsraîlê bibe. Xwişk-biratiya Kurd û Tirkan jî dê bibe sertêşta vî karî.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka