Di êrîşa li Tişrînê de 4 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di bombebarana li ser Bendava Tişrînê de 4 welatî şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa dijî Bendava Tişrînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin ku dewleta Tirk a dagirker careke din kombûna sivîlan a li Bendava Tişrînê hedef girt û di encama vê êrîşa yekser li dijî sivîlan de 4 nobedarên li bendavê şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker beriya du saetan nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kiribû.

Ev cara sêyemîn e ku nobedarên li ser Bendava Tişrînê bi xwe tên hedefgirtin.