Rêveberiya Xweser bertek nîşanî êrîşa li ser Tişrînê da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk teşwîqî êrîşan dike û bang li tevahî civak û rêxistinan kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Bendava Tişrînê daxuyanî da. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker careke din kombûna sivîlên ku li Bendava Tişrînê hedef girt. Ew sivîl ji bo piştgiriya zarokên xwe li dijî êrişên çeteyan û dewleta Tirk a dagirker ên li ser pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê, nobedariyê dikin. Di vê êrişa yekser a li dijî sivîlan de, 4 kes şehîd bûn û 15 jî birîndar bûn.

Digel bêdengiya hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û NY’ê sûceke din a şer li sicila sûcên dewleta Tirk a dagirker zêde dibe. Ev bêdengî dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku sûcên zêdetir li dijî gel û herêmên me yên ewle pêk bîne.

Em diyar dikin ev sûc qanûnên navneteweyî bin pê dikin, hewldanên pêkanîna îstîqrara li Sûriyeyê hedef digirin û bi armanca valahiyek ji bo vegera teror û tundrawî çêbibe, ye.

Divê cıvata navneteweyî û raya giştî ya cîhan, Sûriye û Kurdistanê bi awayekî lezgîn tev bigerin û berpirsiyariyên xwe pêk bînin û ji bo sînordarkirin û rawestandina van sûcên li dijî xelkê me bixebitin.

Em diyar dikin ku em ê parastina destekeftiyên gelê xwe û parastina wî bidomînin û bang li tevahî pêkhateyên gelê xwe dikin ku hêzên xwe yên ewlehî û leşkerî hembêz bikin. Divê em bi berxwedanê bawer bin ku garantî û rêya yekane ya têkbirina tevahî planên dijmin e.”