'Kujerê Alturk dewlet û daraz e'

Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê û TJA'yê li cihê ku Bêrîvan Alturk lê hat qetilkirin daxuyanî dan û diyar kirin ku kujer dewleta Tirk û daraz e.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Qilaban a Şirnexê li cihê ku Berîvan Alturk (Mihrîban) ji aliyê mêrê wê yê jê hatibû berdan ve hatibû qetilkirin, daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên HDP'ê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Girse li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Qilabanê li hev civiya û heta mala sersaxiyê ya ji bo Bêrîvan Alturk a li Taxa Dogû hatiye danîn meşiyan. Jinan di meşê de pankarta “Kuştinên jinan serhildana me ye“ û wêneyê Berîvan Alturk rakirin û heta cihê ku komkujî pêk hatiye meşiyan.

‘POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ‘

Hevseroka HDP'ê ya Qilebanê Zîlan Yaman diyar kir ku desthilatdarî bingeha xwe ji desthilatdariya mêr digire û got: “Desthilatdarî dixwaze roj bi roj tundiya li ser beden, maf û jiyana jinê bike ji rêzê. Bi polîtîkayên xwe yên zayendperest, bêcezakirinê û hedefgirtina destkeftiyên jinan cesaretê dide mêran.”

‘EM Ê HESAB BIPIRSIN‘

Yaman anî ziman ku her roj nûçeyên şîdet û qetilkirina bi dehan jinan digrin û ev tişt got: “Em ji bo Bêrîvan Alturk a îro hat qetilkirin li vir in. Em li vir in ku hesab bipirsin. Berîvan Alturk ji aliyê mêrê ku ji hev veqetiya li nîvê kolanê bi êrîşa çekdarî hat qetilkirin. Kiryarê Berîvan Alturk dewleta mêr û daraza wê ye ku hovîtiya li ser jinan kûrtir dike û polîtîkayên bêcezakirinê ne.”

LI KURDISTANÊ ŞERÊ TAYBET Û KOMKUJIYÊN JINAN

Yaman diyar kir ku her ku polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê kûr dibe, komkujiyên li dijî jinan jî zêde dibe û wiha got: “ Li Colemêrg, Dersim, Amed, Şirnex û gelek bajarên din jin bûne hedefa kesên biunîforma. Hedef jin e, hedef têkoşîna me ya jinên rêxistinkirî ye. Em ê li hemberî zîhniyeta mêr û afirandina wê, netew-dewletê, jiyana azad a jinê ava bikin. Em ê weke duh îro jî têkoşîna xwe ya azadiya jinê û xweparastinê mezin bikin.”

Xwişka Bêrîvan Alturk a mezin Taybet Ûren jî xwest kiryar bê cezakirin. Ûren bi gotina "Bila ev ya dawî be " xwest ku ji bo pêşîgirtina li kuştina jinan gavên pêwîst bên avêtin.

Çalakî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ û “Bijî berxwedana jinan“ bi dawî bû.