Konvoya Xemrî gihişte Kandirayê

Meclîsa Jinan a HDP’ê ji pêşiya Girtîgeha Kandira ya ku hevseroka berê Yuksekdag û gelek siyasetmedarên jin lê tên ragirtin bang kir; ‘Em li ser rêya Yuksekdag, Kişanak, Tuncel û hemû hevalên li hundir ku nîşa me dayî, dimeşin.’

Meşa Demokrasiyê ya li Dijî Darbeyê ya HDP’ê dewam dike. Baskê Edîrne ya ku 15’ê Hezîranê ji ber pêşiya Girtîgeha Edîrne destpê kir, gihiştina pêşiya Girtîgeha Kandirayê ku hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de gelek siyasetmedarên jin ên lê girtî.

Meşvanên Baskê Edîrne ku ev sê rojni li Stenbolê bi gel re dicivin, di saetên sibê de ber bi Sûltanbeylî meşiyan. Baskê meşvan bi kovoya xemirî ber bi Kandirayê ketin rê.Heyeta gihiştina ber Kandirayê Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan daxuyanî da.

Bûldan diyar kir ku ji bo silav bidin hatine pêşiya Kandirayê, hestên xwe yên piştevaniyê bi wan re parve dikin. Bûldan anî ziman ku her çepera ku wan bidest xistî, AKP ya ku di warê siyasî de winda kiriye dixwaze bi zorê, xesp û vîna gel tine bike.

Bûldan bibîr xist ku niha bi hezaran nûnerên HDP’ê û dil dane HDP’ê, dîsa bi hezaran kesên deng dane HDP’ê niha di girtîgehan de rehîn tên girtin. Bûldan got: “AKP’ê ya di siyasetê de winda kiriye û li cihê ku HDP’ê bi dest xistiye nûner ji kar girtin, qeyûm li şûna hevşaredaran danîn, darbeya siyasî ye.”

Bûldan bal kişand ser van xisûsan:

“Darbeya siyasî di dema pandemiyê de jî dom kir. Di dema pandemiyê de 13 şaredariyên me hatin dagirkirin, carekî din vîna tel tine hate hesibandin. Wekîltiya Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Enîs Berberoglû hatin betalkirin.

Niha li Girtîgeha Edîren, Sîncar û Sîlîvriyê yên ku li ber bêedalertiya li vî welatî tê kirin çok nedanî, serî netewandin nûnerên vî gelî hene.

Bila her kes vê yekê baş bizane ku; rêya ku Fîgen Yuksekdag, Gulten Kişandak, Sebahat Tuncel û hemû hevalên me yên li hundir ku nîşa me dayî li ser wê rêyê dimeşin. Em li ser rêya têkoşînê ku we hiştî dimeşin. Ev rê rêya ku ji bo me hiştiye. Heta hevalên me azad nebin em ê di vê rêyê de bimeşin.”

Meşa me ya li dijî darbeyê wê sibe li Enqerê temam bibe, lê wê meş li vir neqede. Ev meş ji bo aştiya Tirkiye, azadiya jinê, demokrastiya Tirkiyeyê ye. Ev meş ji bo siberoja gelên Tirkiye ye. Dawiya vê meşê aştî û demokrasî ye.

Bang li AKP’ê dikin; biryara ku we girtî li dijî qanûn û Destûra Bingehîn e. Ti biryarekî we ne li gorî qanûnê ye. Hemû biryarên we siyasî ne. Ji bo vê ti rastiya van biryaran tine.

HDP Kadın Meclisi üyeleri Ankara’ya doğru hareket etti.

Carekî din silavên xwe ji bo girtiyên Girtîgeha Kandirayê dişînin. Hestên xwe yên piştevaniyê parve dikin. Dilê me bi wan re lê dide. Ev têkoşîn têkoşîna wan e. Em jin li gel wan in.

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Girtiyên siyasî rûmeta me ne’ bi dawî bû.