Komîteya Pêwendiyên Dîplomasiyê ya Kongreya Star, li ser êrîş û gefên dewleta Tirk ên demên dawî yên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, dewleta Tirk ev demeke dirêj e li ser sînorê Rojava dîwêr lê dike, gelek qereqol ava kiriye û got, "Ji dema destpêkirina şoreşa Rojava û vir ve, gelek welatiyên Rojava qetil kir û bi hezaran birîndar kir. Ev demeke, welatiyên ku milk û zeviyên wan nêzî sînor in, ji ber ku dewleta Tirk êrîşî wan dike nikarin biçin nava zeviyên xwe."
'AKP HEWL DIDE TOLA BIRAYÊN XWE YÊN DAIŞ'Ê JI GELÊ KURD HILÎNE'
Kongreya Star ragihand, ji ber tirsa dewleta Tirk a ji bûyîna gelê Kurd a xwedî statuya siyasî, amadekariyên êrîşekê li dijî Efrînê dike û wiha dewam kir: "Di vê pêvajoyê de gelê Kurd li asta herî bilind a serketinê ye. Bi taybetî bi projeya Federasyona Bakurê Sûriyeyê re her roj destketiyên nû tên afirandin. Pêngava rizgarkirina Reqayê bi pêş ve diçe. Bi vê yekê re zîhniyeta DAIŞ'ê ku AKP piştgiriya wê dike, li Rojava û Bakurê Sûriyeyê têk dike. Erdogan nekare vê têkçûna ku ne li bendê bû bipejirîne. Xuya ye AKP hewl dide tola birayên xwe yên DAIŞ'ê ji gelê Kurd hilîne."
Komîteyê diyar kir, ku demeke dirêj e Kantona Efrînê di nava dorpêçiyê de ye û dewleta Tirk êrîşî vê herêmê dike.
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana bêhempa ya gelê Kurd a li dijî van êrîşan û hat gotin, "Hêzên parastina gel YPG û YPJ bi rengekî tund bersiva her êrîşa dewleta Tirk a dagirker da. Eger dewleta Tirk êrîş bike wê careke din bi rengekî herî tund bersiva xwe ji gelê kantona Efrînê, yekîneyên parastina gel û kongreya stra bigire. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku li hemberî zîhniyeta êrîşkar hişyar bin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Di heman demê de em bang li hemû gelên li Rojava û derveyî Rojava dikin, ku bi ruhê seferberiyê û bi ruhê fedayî yê Şehîd Zîlan tevbigerin, ku zîhniyeta êrîşkar a hikumeta AKP'ê têk bibin."