Kongreya Star: Dewleta Tirk nexweşxane û sivîlan bombe dike

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser mal û nexweşxaneya birîndar lê bûn hate kirin, da û got: “Li ber çavê Rûsya û DYE’yê êrîş pêk hat.”

Koordînsayona Kongreya Star a Rojava têkildarî êrÎşên dawî ya dewela Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê daxuyaniyek da.

Kongreyê di daxuyaniyê de got: “Di vê dawiyê de AKP`ê êrîşeke terorîstane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê pêk anî û sivîl, hêzên leşkerî û heta nexweşxane kirin hedef. Di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn. Li rex vê jî êrîşên wê yên li dijî gundên Til Temirê, Zirganê berdewam dikin. Di encama êrîşa wê ya li dijî navenda Têkiliyan a Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê de gelek şervan şehîd bûn ku şerê DAÎŞ`ê kiribûn û di wan şeran de birîndar bûbûn.”

Kongreyê diyar kir ku ruxmî ku dewleta Tirk endama NATO`yê ye lê Emerîka û Rûsya ku li herêmê ne, bê deng in.

Kongreyê di daxuyaniya xwe de bêdengiya Rûsya, Emerîka û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û hişyarî da ku ev êrîşên dewleta Tirk wê bibin çirûska vejandina DAÎŞ`ê piştî ku bi saya fedakariyên ciwanên herêmê tune bû.

Kongreya Star piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan hewl dide şêniyên herêmê bitirsîne û wan bide koçberkirin û ewlehiya ku bi hewla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêk hatiye, têk bibe û projeyên xwe yên dagirkirinê berdewam bike.

Her wiha Kongreya Star bang li alî û hêzên parastina ewlehî û aştiyê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih, jiyana bi hezaran sivîlan ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Her wiha bang li Rûsyayê sponsera karûbarên Sûriyê kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên sûrî bisekinin. Kongreyê bang li Emerîka û civata navneteweyî jî kir ku zextê li dewleta Tikr bikin da ku êrîşên xwe yên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne û ji Sûriyê derkeve.

Kongreya Star di dawiyê de bang li şêniyan kir ku bi siyasetên înkarkirinê yên dewleta Tirk neyên xapandin ku valakirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê dike armanc.