Kongreya Stra êrîşên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastina Medya şermezarkirin

Kongreya Star ya Herêma Efrînê li Şehbayê bi dirûşma ‘Bi israr û bawerî em ê dagirkeriyê bişkînin’ êrîşên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Bi tevlîbûna sedan kesî Kongreya Star ya Herêma Efrînê li navçeya Ehdas a Şehbayê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Avaşîn, Metîna û Zap ên Herêmên Parastina Medayê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Meş ji destpêka navçeya Ehdas ya Şehbayê bi rakirina alên Kongra Stra û posterên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan heta Gundê Maratê bi dirûşman meşiyan.

Li bir piştî deqeyek rêzirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê û Kurdistanê. li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Heveroka Kantona Efrînê Şîraz Hemo axivî. Hemo 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkar û gelê hazir pîroz kir. Hemo êrîşên deweta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: “Berxwedana gel û gerîla wê dagirkeran têk bibe. Yên rêya gel ronî dikin tim gerîlan e.”

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi gerîla û berxwedana Zap, Metîna û Avaşîn re bi dawî bû.