Kongra Star: Iraq divê nebe hevkarê siyaseta qirêj a dewleta Tirk

Kongra Star hewldana artêşa Iraqê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku nebe hevkarê siyaseta qirêj a faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê.

Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh pêk anîbû şermezar kir.

Kongra Star diyar kir ku êrîşa li ser Mexmûrê êrşeke der hiqûqî ya navneteweyî ye û dijî mafê penaberiyê ye û got: “Mexmûr ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye erêkirin”

Di daxuyaniyê de Kongra Star anî ziman ku li pişt hewldana artêşa Iraqê dewleta Tirk a dagirker û PDK heye û got: “Dixwazin hemû rêyên jiyan li gelê Kurd ê têkoşîna azadiyê dide bigirin.

Kongra Star herî dawî bang li hikûmeta Iraqê kir ku nebin ehvkarê siyaseta qirkirinê ya faşîzma dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê.