Kongra Star: Em ê bi Jin Jiyan Azadî konfederalîzma jinê ava bikin!

Koordînasyona Kongra Starê bi wesîleya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û got: “Em ê bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî konfederalîzma jinan a cîhanê ava bikin.”

Koordînasyona Kongra Starê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star bi vî rengî ye:

“Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, em têkoşîna xwişkên Mîrabalî di şexsê Şehîd Şervin Serdar, Şehîd Zeyneb Seroxan, Şehîd Yusra Derwêş, Şehîd Lîman Şiwêş, û Şehîd Roşna Agit hemû jinên şoreşger ên ku ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda kirine, bi minetdarî bi bîr tînin. Her wiha em jinên li çar aliyên cîhanê ku ji bo azadiyê têdikoşin silav dikin.

Êrîşên ji hêla pergala baviksalarî ku di asta şerê sîstematîk de tê meşandin dide xuya kirin ku dewletên serdest ên mêr ji serkeftina şoreşa jinê ditirsin. Me ev rastî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît ku zêdetirî 11 sal berê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî me şoreşa jinê da destpêkirin. Dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” tê wateya ku ji bo azadkirina jiyanê hewceyê bi pêşengiya jinê xwedî hişmendiyeke azad, rêxistinbûna xweser û hêza xweparastinê ye. Şoreşa jin ku me li vir da destpêkirin bi taybet di bin êrîşên dewleta faşîst a Tirk de ye. Dewleta Tirk şerek taybet da destpêkirin ji bo qirkirina jinên siyasî û rêxistinkirî ku pêşengên gelê xwe û avakirina pergalek demokratîk in. Bi şerê dron bi dehan hevrêyên me ku di parastina xaka xwe ji aliyê leşkerî, çivakî û siyasî de cihê xwe girtin hatin şehîd xistin. Hemû cureyên tundiya li ser jin êrîşek ser şoreşa jine. Parastina şoreşa jin tê wateya xurtkirin û mezinkirina rêxistinbûna jin. Ji bo parastina şoreşa jin divê em tekoşînek bêhempa û bi radîkal bidin meşandin. Ji ber wek jin em pêşengên vê têkoşîne ne û ser şopa şehîdan dimeşin. Em tekoşîna xwe ji bo jiyana azad ku em di ronahiya felsefeya Abdullah Ocalan de dibînin bi îsrar berdewam dikin.

Ev hişmendî di çar aliyên cîhanê de her zêdetir dibe û şerek taybet bi tundiya piskolojik û fîziki hember mejî û bedenê jin dimeşîne. Li ser wê esasê em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku di berxwedana li dijî baviksalariyê de cihê xwe bigirin û xwe li herêmê û navneteweyî bi rêxistin bikin. Divê jinek jî bê rêxistin nemîne, ji ber ku têkoşîna îro pêwîstiya me hemûyan e  ji bo jiyanek azad.

Ji bo hilweşandina pergala baviksalarî, em ê li dijî her cure tundiya li ser jinê û zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe xurtir bikin. Bi şîara “Jin, Jiyan, Azadî” em ê konfederalîzma jinên cîhanê ava bikin û sedsala xwe bikin serdema azadiya jinê!

Ji Rojava heta Rojhilata Navîn û heta hemû cîhanê em ê bi pêşengiya jin, bi rêxistinbûyîn û hêza xwe ya xweparastinê re sedsala 21’an bikin sedsala azadiya jin.”