Kongra Star: Şehîd rêya me ronî dikin
Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û got, "Şehîdên Serhildana Qamişlo rêya me ronî dikin."
Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî û got, "Şehîdên Serhildana Qamişlo rêya me ronî dikin."
Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin "Di salvegera 18’an a Serhildana Qamişloyê de em tevahî şehîdên xwe bi serbilindî bi bîr tînin. Ew şehîd bûn mûm û rêya me ronî kirin.
Em siyasetên dijminane, siyasetên înkar, qirkirina etnîkî, siyaseta koçberkirinê û qetilkirinê yên li dijî gelê Kurd şermezar dikin.
Hikumeta Şamê tevahî şêweyên tundiyê li dijî gel pêk anîn, nasnameya Sûriyeyê neda, ji erkên di hikumetê de gelê Kurd mehrûm kir, projeya kembera Ereban pêk anî û bi wê re mal û milkên Kurdan desteser kirin û di encamê de nefretek di navbera gelên Kurd û Ereb de çêkir. Lê ev siyaset bi awayekî eşkere di bihara 2004’an de li stada Qamişlo eşkere bûn, maç veguherand şerekî çekdarî û kîna xwe derxist û dijminatiya li Kurdan kir.
Gotinên şantajkirinê yên li ser erebeyên veguhestina tîma Fituwe hatibûn nivisandin, şûşeyên avê yên tijî kevir û derbaskirina kesan wan ji stadê re bêyî kontrokirin nîşaneyên ku wan xwe ji êrişa li dijî Kurdan amade kiribûn. Di encamê de bi dehan kes şehîd bûn, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin girtin. Hemû cureyên hovîtiyê di girtîgehên rejîmê de li dijî wan girtiyan hatin meşandin û hin ji wan di bin îşkenceyê de şehîd bûn. Lê ruxmî wan azaran welatiyan benda tirsê şikand û serhildaneke Kurd ku li tevahî herêmên Rojava dest pê kir û veguherî xala têkoşînê. Tê de asta hevgirtina neteweyî ya Kurdan eşkere bû û ew li seranserî Kurdistanê belav bû. Bi wê re gelê Kurd hesabên xwe û xwerêxistin ji nû ve di ber çavan re derbas kirin. Ew şoreş mîna şoreşek pêşwext a şoreşa 19’ê Tîrmehê bû û tecrûbeya danîna kevirê bingehîn ê jiyana hevbeş û biratiya gelan bû ku hemû nakokî û fitneyên ku rejîmên dîktatorî afirandine, têk bibin. Her wiha gavên pratîkî yên Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, gel ji wan nakokiyan rizgar kir. Ji ber dê ew nakokî bibûna sedema şerekî navxweyî û zirarê yekemîn dê hemû pêkhateyên gel bida.
Em şehîdên xwe yên di oxira jiyana azad û hevbeş de canê xwe da bi bîr tînin. Dema yek ji hevalên me şehîd dibe, wijdana me zindî dimîne. Ji ber em dev ji rêça wan bernadin û vîna xwe ji wan digirin. Ji lew re em ê hêviya şehîdên xwe yên rizgarkirina her bihosteke ji axê pêk bînin. Ew şehîd nimûneyên zindî yên vînê ne, di oxira gel bi aramî û rûmet bijî de canê xwe da."