Kongra Star têkildarî 40’emîn salvegera berxwedana li girtîgeha Amedê (14’ê Tîrmeha 1982’yan) ya bi pêşengiya Kemal Pîr, Mihemed Hayrî Dûrmûş, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz hat dayin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'BERXWEDAN BERDEWAM DIKE'
Kongra Star diyar kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê heta roja îro berdewam e û wê berxwedanê pîvanên jiyana birûmet diyar kir û divê her welatparêzek wê pêk bîne û li ser bimeşe. Kongra Star îşaret pê kir ku gelê Kurd, Hêzên Parastina Gel (HPG) û hemû pêkhateyên ku banga azadî û demokratiyê dikin, vê berxwedanê li hember êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker a dijberî mirovahiyê berdewam dikin.
Kongra Star destnîşan kir ku gireva birçîbûnê ya 65 rojan li Amedê li dar ketiye, pêvajoyeke girîng a têkoşîna ji bo rûmetê û azadiyê bû û giyanê wê berxwedanê bû rêyek û têgehek ji bo israra li ser pêkanîna serketinê ya li hember hemû cureyên xiyanet, zilm û zordestiyê. Bi domdarî Kongra Star wiha got: "Ev berxwedan veguherî îdeolojiyek û giynek ji bo têkbirina dewletên dijberên demokrasî û azadiya jinan.”
ŞERÊ TAYBET Û DERÛNÎ
Kongra Star bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wan berxwedêran û got: “Hikûmeta Tirk bi hemû rêbazan îşkence li wan berxwedêran kir. Şerê taybet û derûnî li ser wan meşand. Heta nefes li wan qut kir. Lê dîsa jî li hember wê giyanî û vînê bi bin ket ku hêvî dida gelên li derveyî sînorên girtîgehê. Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk a faşîst ku navê Kurd û Kurdistanê tune bike, lê nikarî gel û tevgera azadiyê qir bike.”
ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ
Kongra Star diyar kir ku ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker hemû hewldanên aştiyê red dike, êrîş û hemleyên qirkirinê li dijî gel li Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin û gihaşt wê astê ku çekên kêmyawî bi kar bîne. Kongra Star ragihand ku pêkhateyên herêmê li hember van hewldanên dijber, bê deng nema, belku li ser şopa wan şehîdan û berxwedana girtîgeha Amedê, berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna, li Rojava; Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê ev berxwedan berdewam kir ku bû yek ji berhemên wê yên herî bêhempa.
RÊYA AZADIYÊ
Kongra Star, 40’emîn salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê li gel û jinan pîroz kir ku ji wan re bû sembol û rêya azadiyê xêz kir û pîvanên têkoşîna li dijî koletiyê diyar kirin.
Di dawiyê de Kongra Star, bang li hemû hêzên demokratîk kir ku li hember dewleta Tirk a êrîşke bi giyanê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidin û wiha bi dawî kir: ""Bi pêşengiya jinên birêxistinkirî em bang li gel û partiyan û rêxistinên jinan dikin ku roleke pêşeng bilîzin û ji vê bêtir têkoşîn û welatparêziya gel û girêdana bi axê xurttir bikin. Bi taybet li hember gefên dewleta Tirk a dagirker, tenê du rê ji bo pêkanîna aştî li herêmê hene; berxwedan û têkoşîn e."