Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê': Azadiya jinê azadiya civakê ye

Di konferansa 'Zincîra Bêdengiyê' ya TJA'yê de, hat diyarkirin ku azadiya jinê azadiya civakê ye û hat gotin paradîgmaya Abdullah Ocalan li her deverê belav bûye.

Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” ku li oteleke li navçeya Sûr a Amedê pêk tê, bi beşdariya gelek kes ji qada navneteweyî berdewam dike.

Di konferansa ku bi axaftinan berdewam dike, parlamentera berê ya Îrlandayê Martîna Anderson, kêyfxweşiya xwe ya tevlîbûna konferansê anî ziman û wiha axivî: "Hûn weke TJA’yê bi fikra ‘dema jin azad be civak jî azad dibe’ li dijî îdeolojiya newekhev, hiyararşîk û tundiyê ku ji aliyê pergala desthilatdariya mêr ve tê avakirin û domandin, têdikoşin. Hûn ji bo avakirina jiyaneke demokratîk têdikoşin. Biryardariya têkoşîna we ya mafdar di qadên siyasî yên zor de, yekser xîtabê min dike.

Martîna Anderson, diyar kir ku Îrlanda di têkoşîna sedan salî ya serxwebûna neteweyî de tecrûbeya siyasî bi dest xist.

Martîna Enderson, anî ziman ku di dema greva birçîbûnê de serdana siyasetmedara Kurd a niha girtî Leyla Gûven kiriye û got ku ew peyama xwe ya piştevaniya careke din bi Leyla Gûven re parve dike. Martîna Enderson wiha dom kir, “Doza azadiya jinê doza azadiya civakê ye û doza azadiya civakê jî doza azadiya jinê ye. Îdeolojiyên newekhev, hiyerarşik û tundiyê ku ji aliyê pergala desthilatdariya mêr ve tê avakirin û domandin, wê bi dawî bibe. Ji ber ku jinên têkoşer dê li her qadê  serî li ber vê pergala kirêt rake û li ber xwe bide.”

BERXWEDANA SAKÎNE CANSIZ HATE SILAVKIRIN

Piştre aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî axivî û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Weke jineke erdnîgariyeke ku şaristaniyên mezin daye cîhanê, li vir bi we re gelekî bi qîmet e. Bi sedan jin li Amedê konferansê li dar dixin û bi taybetî jî ev yek weke pêvajoyeke dîrokî bi nav dikim. Hevalên ku 30 sal in bi îradeyeke mezin li ber xwe dane hene. Ez wan ji dil silav dikim. Hevalên me yên ku di nav me de ne û bi azadiyê bawer in û hê jî di girtîgehê de li benda berdanê ne hene. Ez hemû hevrêyên me yên li hemû zindanan li berxwe didin, bi dil û can silav dikim."

Aktî, anî ziman ku gelek hevrêyên wan bedena xwe dane ber agir û wiha domand, "Deynê me yê ji bo hevrêyên me yên bedena xwe dane ber agir heye. Di salên 80'ê de Sakîne Cansiz li dijî Esat Oktay ku nesîbê xwe ji mirovbûnê negirtiye, li ber xwe da. Her wiha Kemalan li ber xwe dan. Di salên 90'î de hevrêyên me yên mîna Sema bedena xwe dan ber agir. Bi têkoşîna hevpar a gelek hevalên me yên li sirgunê em têkoşîna xwe dikin yek û konferansa xwe lidar dixin. Li Rojhilat bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi pêşengiya jinan rastiyeke serhildana gel heye. Şoreşa Rojava li hemû cîhanê olan da û ev bû nîşaneya serhildana jinan."

‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN BELAVÎ HER DEVERÊ BÛ’

Fîgen Ektî, bûyerên tundiya zayendî û destavêtinê yên di dema binçavkirin û girtinê yên li girtîgehan, bi taybetî bûyera Garîbe Gezer jî bibîr xist û wiha got, “"Leyla Gûven hê jî di girtîgehê de ye. Me dît çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, têkoşîna jinê ya li cîhanê çawa mezin kir. Jin li her devera cîhanê li ber xwe didin. Li her derê jin hene ku li ber xwe didin û têdikoşin, hem li nava refên azadiyê, hem li derve hem jî li sirgûnê. Ew çiqasî êrîş bikin jî, li vir ruhekî me yê berxwedanê ya bi hêz heye. Gelekî girîng e ku ev ruh ji nû ve zindî bibe."

Fîgen Ektî, bal kişand ser belavbûyina dirûşma "Jin jiyan azadî" ya ku li ser esasên paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin û wiha pê de çû, "Ger îro ev dirûşm tê berzkirin ev nîşaneya serkeftina têkoşîna jinan a sedsala 21'emîn e."

Konferans bi panelan dewam dike.