Konferansa TJA’yê bi dawî bû: Jin dê zincîran bişkînin

Konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” ku TJA bi tevlêbûna beşdarên ji gelek welatên cuda li Amedê li dar xist, bi dawî bû.

Konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî” ku “Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tevlêbûna beşdarên ji gelek welatên cuda li Amedê li dar dixist, bi dawî bû.

Foruma Girtinê bi sê rûniştinên di bin sernavê “Em çawa dikarin pêş bikevin” pêk hat. Akademîsyen û aktîvîst prof. Dr. Shadrzad Mojad di bin sernavê “Ji diyalogê ber bi çalakiyê ve: ji bo girtiyên jin ên siyasî pêşxistina stratejiyan, avakirina planan” bi ZOOM’ê tevlî konfansê bû.

Shahrzad da zanîn ku li Îranê newekhevi mijara gotinê ye û li girtîgehan tundiya zayendî wek cureyeke êşkenceyê tê bikaranîn û got divê normên siyasî li dijî vê derkevin. Shahrzad da xuyakirin ku hemû qadên jiyanê ji aliyê emperyalîzmê ve hatiye asta ku nayê bikaranîn û daxuyand ku ne tenê girtîgeh divê hemû rejîmên otorîter ji holê bên rakirin.

Piştî axaftina Shahrzad rûniştin bi pirs û bersivan berdewam kir. Piştî vê aktîvîsta TJA’yê Gulbahar Alpsoy axaftina dawî ya konferansê kir. Alpsoy da zanîn ku ev konferans destpêka xebatên nû ye û ji konferansê biryarên girîng derketine. Alpsoy wiha got: “Roja ewil gelek tecrube hatin ragîhandin. Ev tecrube bigihêjin rêxistinbûnê wê watedar be. Me bi jinên Tirkiye, Kurdistan û cîhanê re nîqaş kirin. Ev nîqaş tê vê wateyê ku em dikarin bi hev re têkoşînê bimeşînin. Sînoran me ava nekiriye. Serdestan ava kirine. Li gorî reng, ziman û baweriyan me ji hev veqetandin. Ev polîtîka tu car nebû polîtîkaya jinan. Jinan her dem yekitî parast.”

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Alpsoy anî ziman beriya her tiştî divê tecrîda li Îmraliyê ya li Birêz Abdullah Ocalan baş were fêhmkirin û rêxistina ku ji bo şikandina vê tecrîdê were geşkirin. Alpsoy diyar kir ku tecrîd roj bi roj kûrtir dibe, tecrîda ku ji Îmraliyê dest pê kiriye bandorê li hemû qadên jiyanê yên civakê dike û got: “Divê civak nefesê bigire. Ev nefes wê bi şikandina tecrîda li Îmraliyê pêk were. Em weke Tevgera Jinên Kurd tU carî ji rastiyan nereviyan û em têkoşiyan e. Pîrebokên serdema navîn îro bûne terorîst. Lê em bi zanebûn ketin vê rêyê. Ji ber ku hewcedariya civakê bi ronahiyê heye. Yên zincîran bişkînin jin bi xwe ne. Jin dikarin dest bidin hev û bişkînin.”