Konferansa li Moskova: Jinên Kurd ronahiya cesaret û hêviyê ne
Konferansa Jinên Kurd a li Moskovayê bi nirxandinên delegeyan ve didome.
Konferansa Jinên Kurd a li Moskovayê bi nirxandinên delegeyan ve didome.
Îro li paytext Moskova a Federasyona Rûsyayê 2. Konferansa Jinên Kurd a Neteweyî bi nirxandina didome. Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan Newroz Ûysal di beşa yekem de axivî û got: “Yek ji sedemê herî serekî yê girtina Rêberê gelê Kurd li dijî sîstema kapitalîst pêşxistina Konferderalîzma demokratîk e.”
Konferansa Jinên Kurd a li Moskovayê bi nirxandinên delegeyan ve didome. Di beşa yekemîn a konferansê de ji parêzerên Ocalan Newroz Ûysal, Endama Rêveberiya Akademiya Gera Şer Trîstan Aleksandrovîç, Parlemetera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlementera Xwecihî ya Moskovayê Derya Sarokîna, Parlemetera YNK’Ê Talar Tatîf Mûhammet, Parlementera Tevgera Goran Perwa Alî Heme, Seroka Tevgera “Desthilatdariya Jinan’ a Rûsyayê Mûraşko Svetlana Nîkolayeevna, Endama Rêveberiya Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rûken Ahmet, Endama Rêveberiya Organîzasyona Yekîtiya Dildaran a Donbass Rûsyayê Olga Îvanovna, Ji Rêveberên Mala Gel a Moskovayê Lîlyan Çanglayan û Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Şengûlê Zûhra Suleyman Xelef nirxandin kirin.
Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal got:
“Yek ji sedemê herî serekî yê girtina Rêberê gelê Kurd li dijî sîstema kapitalîst pêşxistina Konferderalîzma demokratîk e. Ji bo birêz Ocalan darizandin û hê girankirina tecrîdê destûrên nû didin çêkirin. Hemû têkiliyê Ocalan bi parêzer, malbat û civakê re hatine qûtkirin. Birê Ocalan ê ku ji hemû mafên mirovî hatiye bêparkirin, bi berxwedanekî mezin li ber xwe dide û bi parêznameyên ku pêşkêşî hemû cîhanê kiriye dide nîşandan ku çiqas têkoşînekî bê hempa dike.
Sîstema Konferderalîzma Demokratîk a Birê Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş kirî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo derbaskirina kirîzên li Rojhilata Navîn projeyekî herî mezin e. Dîsa Birêz Ocalan bi vê sîstemê dixwaze Têkoşîna Jinê bike civakîkirin. Di têkoşîna jinê de, di vî warî de girîng e û têkoşîna di aliyê vîna jina Kurd de tê meşandin xwedî wate û girîngiyekî pir mezin e.”
Parlemetera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran:
“Serkeftina jina Kurd a li Rojava ne tenê li dijî DAIŞ’ê di qada şer de di heman demê de bi sîstema ku nû ava dike ji bo civakê pêşengtiyê dike. Bi vê sîstemê jinê hê zêdetir azad li dorî vîna jinê xwe dike yek. Di vî warî de têkoşîna jina Kurd dide meşandin girîng e.
Di nava van du salên dawiyê de li Bakurê Kurdistanê ji ber bûyerên kur û dayîn dewleta Tirk li dijî gel hêzekî bê kontrol dide meşanidn û welatiyên sivîl qetl dike. Bi taybet li herêmên ku Kurd lê dijîn, qeyûm ji bo şeredariyan hate wezîfedarkirin. Ji ber hincetên bê bingeh hevşaredar hatin girtin. Parlemeter hatin girtin. Desthilatdarî ji vîna jinê ditirse. Ji ber ku Kurd di hemû sazî û dezgehên xwe de girîngî dide jinê, di asta wekhev de temsîlyeta jinê heye.”
Têkoşîna jinên Kurd dide kirin ne tenê ji bo civaka xwe ye, ji bo hemû jinên herêmê bûye çavkaniya hêviyê ya jiyanê. Fikir, ol û mezhebê jinê çi dibe bila bibe divê jin bibin yek.”
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê Rûken Ahmet:
“Li Rojava li ser ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstemekî ku hemû gel xwe di nav de bibîne û temsîyeta xwe bike tê avakirin. Di nava kaos û kirîza Sûriyeyê de Kurd bi projeya xwe ji bo sîstemekî nû bide avakirin, xebat dide meşandin. Bi Xweseriya Demokratîk jin li her qadê temsîlyeta xwe dike û bi vî awayî jin xwe bi rêve dibin.
Ji bo ku Kurd nebin xwedî statû dewleta Tirk siyaseta qirêj a bi rêve dibir gavekî din bi pêş ve avêt bi awayekî leşkerî êrîş Rojava kir. Di êrîşa beriya du rojan a bi balafiran a li ser Qerçoxê hevalên me şehîd ketin. Ji duh ve dewleta Tirk êrîşî gund û sînorên Rojavayê Kurdistanê dike. Mixabin Koalîsyona Navneteweyî li dijî êrîşên Tirkan bêdengin. Divê di vê konfernasê de êrîşên dewleta Tirk bê şermezarkirin.”
Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Şengûlê Zûhra Suleyman Xelef:
“Bi êrîşa DAIŞ’ê re bi hezaran wealtiyên me hatin qetilkirin. Jin û keçên me di bazarên welatên Ereban de weke kole hatin firotin. Yên ku vê qetlîama li ser jinê Êzidî hate kirin nebîne û bêdeng bibe hevkarê DAIŞ’ê ne.
Êzidiyan cara yekem e ku piştî êrîşa xwe bi rêxistin kiriye. Destpêkê Meclîsa Gel a Şengal û piştre jî YBŞ û YJŞ weke hêza leşkerî ya parastina gelê Şengalê hate avakirin. Piştre jî Tevgera Jinên Şengalê xwe bi rêxistin kir û pêş ket. Êdî gelê Êzidî wê xwe bi xwe xwe rêve bibin. Lê PDK û dewleta Tirk naxwaze gelê Êzidî li herêmê bibe xwedî vîn. 3’ê Adarê di pêşengtiya PDK’ê de êrîşî Şengalê hate kirin. Gelê Kurd di her kêliyê de van kiryarên PDK’ê şermezar dike. Xema PDK’ê ne parstina Şengalê ye, hê bi dehan gundên Şengalê di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne. Li şûna ku ev gund bên rizgarkirin, ketina qirika hev a Kurdan ji derveyî zeîfkirina Kurdan tiştekî din nîne.
Dewleta Tirk tişta ku nikare bike bi destê PDK’ê dike. Beriya du rojan bi balafirên şer êrîşî Şengal û Rojava kirin, gelek herêmên welatiyna hatin bomberdûmankirin. Divê di serî de Rûsya û hêzên navneteweyî li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîni.”