Konferansa Jinên Rojhilata Navîn hêzek mezin a jinê derxist
Konferansa Jinên Rojhilata Navîn hêzek mezin a jinê derxist
Konferansa Jinên Rojhilata Navîn hêzek mezin a jinê derxist
Tara Huseyîn got, “Di 1’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navin de careke din me soz da ku em têkoşîna xwe ya jinê bilind bikin. Azadiya xwe di azadiya Rêber Apo dibînin, azadiya Rêbertî azadiya jina Kurd e û jinên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê sedemê jî ji bo azadiya Rêber Apo em ê ji her demê zêdetir têbikoşin.”
1’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn di navbera 31’ê gulanê û 2’yê hezîranê de bi beşdarbûna 250 jinên ku ji 26 welatî hatin hat lidarxistin. 32 jin jî wek nûnerên jinên Başûrê Kurdistanê çûn Amedê û beşdarî konferansê bûn. Nûnerên Jinên Başûrê Kurdistan hefteya borî vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Endama Meclîsa Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK) û Endama Encûmena Rêxirawî Jinanî Azadixwazî Kurdistan (RJAK) wek nûnereke jinên Başûrê Kurdistan beşdarî vê konferansê bû. Em der barê 1’emîn Konferansa Jinên Rojhilata Navîn de bi Tara Huseyîn re axivîn.
Ji 26 welatan jin beşdarî konferansê bûn. Li gorî nêrîna wê atmosfera konferansê çawa bû? Konferansek bi vî awayî cara yekemîn hat çêkirin. Ez jî tevlî bûm û bi rastî gelekî kêfxweş bûm, heyecanek mezin hebû. Yekemîn car e konferansek bi vî awayî tê lidarxistin, hemû amadekarî û tiştên konferansê di hêla jinên Kurd ve hatibûn kirin. Ji ber vê ez gelekî kêfxweş bûm. Pêşengiya hemû tiştan dîsa jinên Kurd dikirin. Ev ji bo me cihê kêfxweşî bû. Ji 26 welatan jin hatin konferansê û jinên Kurd ew pêşwazî kirin û pêşengiya konferansê kirin. Heta niha tu kesî nikarîbû konferanseke bi vî awayî li dar bixe, xwediyê malê jî jin e, ev bi serê xwe jî serketineke jinên Kurd e. Jinên ku ji welatên din hatibûn gelekî bi heyecan bûn û spasiya jinên Kurd dikirin; ji ber ku konferansek bi vî awayî li dar xistine. Hêza jinên Kurd dîtin, serketina jina Kurd dîtin.
Danûstendina di navbera jinên ku ji 26 welatên cuda hatin konferansê, çawa bû?
"Ya herî girîng me jinên welatên din nas kirin. Me têkilî bi jinên Pakistan, Hindistan, Afganistan, Tunus, Lubnan, Misr, Urdun, Îran, Tirk û Kurd re danî. Dîsa hemû jinên welatên din hevdu nas kirin, didan û stendin. Xala herî girîng her kes bi çand, cil û bergên xwe tevlî bûn. Cilên jinên Kurd jî mîna nasnameya me lê hatibû, ji ber van sedeman jinên welatên din gelekî kêfxweş bûn ku em bi çanda xwe û cilên xwe tevlî bûne. Me çanda welatên din nas kir. Rojek ji derveyî konferansê hemû jin em bi hev re geriyan. Têkiliyên ku di konferansê de di nav me de pêş ketin ji bo dema pêş jî bên domandin, me hemû jinan telefon û e-maîl dan hevdu. Ji bo em ji hevdu, xebat û çalakiyên hevdu agahdar bin me xwest têkiliya me ji hevdu qut nebe. Gelek jinên ku ji welatên din hatibûn jinên Kurd nas nedikirin. Di konferansê de gotin, “Em bi naskirina jinên Kurd kêfxweş in. Ji ber ku jinên Kurd ew qasî bi hêz û zîrek in.” Di konferansê de têkiliyên giştî yên jinan bi hev re çêbûn. Çend welatên ku hatin tevlî konferansê bibûn xwestek û daxwaza wan ew bû ku jinên Kurd tevlî çalakiyên wan bibin. Ez dikarim bêjim gelek moral ji jinên Kurd girtin. Em bi hev re çûn li nava Amedê geriyan. Bi komek jinên Filistînî re em çûn Dêrsimê. Şaredariya Dêrsîmê bi awayekî fermî em li wir pêşwazî kirin, em birin ser gora Heval Sakîne Cansiz. Careke din me soz da Heval Sakîne ku em xebat û çalakiyên xwe xurttir bikin. Em çûn serdana konên aştiyê ku li ser sînorê Bakurê Kurdistan hatibûn vekirin, da ku vekişîna gerîllayan bişopînin."
Em dizanin ku di konferansê de nîqaşên li ser pergala baviksalarî û pirsgirêkên ku çavkaniya xwe ji sîstemê digirin û li hember van jî yekîtî û têkoşîna hevbeş ên jinên Rojhilata Navîn nîqaş hatin kirin. Her wiha hinek biryar jî hatin girtin. Hûn der barê van nîqaş û biryaran de dikarin çi bêjin?
"Yekem Konferansa Jinên Rojhilata Navîn li paytexta Kurdistanê Amedê hat lidarxistin. Konferans girîng bû, gelek biryar hatin girtin. Di roja yekem de nûnerê her welatî axivîn, qala pirsgirêk û şîddeta li dijî jinê kirin. Her jinekê behsa pirsgirêk û derdên xwe kirin, jin di çi rewşê de ne, çi dijîn vegotin. Em gihiştin wê biryarê ku pirsgirêkên hemû welatan dibe ku ne mîna hevdu bin, lê hemû derd û pirsirêkên jinan yek in û tu cewazî di navbera wan de tune ye. Li hin deveran şîddet û zilm zêdetir e, biryarên xerab hene li ser jinan; li hinek deveran hinekî din nermtir e. Lê li hemû welatan pirsgirêka jinê heye. Di konferansê de behsa tiştên ecêb û balkêş kirin, mînak jinên Pakistanê gotin, biryar û yasaya dewletê ye jî keçek 9 salî dikare were zewicandin û ev asayî ye. Li Îran û çend deverên din recm (heta bimire kevirkirina jinan) heye, cezayê sêdarê û hwd. Jinên ku beşdarî konferansê bûn ev kirinên paşverû, serdest û zulmkar anîn ziman.
Jin dikare yekîtiya neteweyî ya welatên Rojhilata Navîn ava bike. Ger yekîtiya jinên Rojhilata Navîn were çêkirin wê ji bo pirsgirêkan alternatîfek baştir were dîtin û were çareserkirin. Dema yekîtiyeke jinan hebe li Rojhilata Navîn jin dikarin çalakiyan bi hev re jî çêbikin, hemû çalakî ji aliyê rêxistin û partiyan ji hev agahdar bibin, li ser vê di konferansê de gelek nîqaş hatin kirin. Pirsgirêkên jinan ên mezin hene; ji ber wê jî pêwîstî bi çareseriyên lez jî hene. Yanî di konferansa me de em hem li ser pirsgirêkên ku niha hene axivîn, hem jî li ser çareserkirina van pirsgirêkan nîqaş hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin."
Çend jin wek nûnerên Başûrê Kurdistan beşdarî Yekemîn Konferansa Jin a Rojhilata Navîn bûn. Wek nûnerên Jinên Başûrê Kurdistan di konferansê de rojeva we ya sereke çi bû?
Em weke jinên Başûr 32 kes tevlî konferansê bûn, li ser navê her partiyekê hinek tevlî bûn. Di nav de Rêxirawî Jinanî Azadîxwazî Kurdistan (RJAK), Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK), jinên ji Tevgera Goran, parlamenter, jinên şîî, komelên jinan, jinên Yekgirtû Îslamî, jinên rêkxiraw, rojnamevan û jinên serbixwe hebûn. Li wê derê bernameyên 3-4 jinan hebûn, mijara sereke şîddeta li dijî jinên Başûr bû. Jinên ji PDK’ê hebûn. Sekretera PDK’ê di konferansê de got ku li Başûrê Kurdistanê tu pirsgirêkên jinan tune ye, Başûrê Kurdistan wiha ye ku hemû tişt gul û gulistan e û jin têde azad dijî. Em jî weke nûnerên Başûrê Kurdistanê axivîn û me got, “Ne wisa ye. Ger pirsgirêk nîn be, şîddeta li ser jinê nîn bê, ger kuştin nîn be, em çima hatine vê konferansê?” me behsa, şîddet, zext, xwekuştin û hwd. pêkutiyên li ser jinê kir.
‘LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JIN BI RENGÊ XWE SIYASETÊ NAKE'
"Yek ji mijara zextên li ser jinan, a din jî dûrketina jin a ji siyasetê ye. Jin tevlî siyasetê nabe, jin ji siyaset ditirse, li Başûrê Kurdistanê jin ew koletî qebûl kiriye. Dîsa dibêjin, ji bo jin deriyê siyasetê vekiriye, lê jin ji siyasetê direve, dûr dikeve. Beriya ku derî veke siyaseta jinê qedexe kiriye, di nav civakê de wisa nîşan daye ku nabe ku jin di nava siyasetê de be. Di çapemeniyê de dibêje ku ji bo jin deriyê siyasetê vekiriye. Ne wisa ye, dema jin li Başûrê Kurdistanê tevlî siyasetê dibe bi aqilê jin tevnagere, jin bi aqilê zilam diaxive. Jin nikare bibe xwedî biryar. Jin nikare bi aqilê jin biryarên xwe bide, nikare xebat bike û têkoşînê ji bo jinê bike. Rast e jin wezîr e, jin parlamenter e, jin siyasetmendar e, lê nikare bike xizmeta jin, ji ber vê biryar a zilam e, reng û şekil li ser nav û aqilê zilam e."
Wek me bihîst we di konferansê de ji bo şopandina kampên penaberan ên ku jinên ji ber şerê Sûriyeyê reviyane lê dimînin biryara avakirina komekê girtiye. Sedema vê biryarê çi ye?
"Jinên Rojava ji ber girtina deriyê sînor nikarîbûn tevlî konferansê bibin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe israr kirin û gotin ku pêwîst e em tevlî konferansê bibin û ancax karîbûn di roja duyem de tevlî konferansê bibin. Biryar hat girtin, biçin serdana wan wargehan. Ew jin di jiyanek nexweş, bi êş, zehmet de ne. Hukûmeta Herêmê ew anîn vir û ew qebûl kirine. Lê neçarî jiyaneke xizan kirine, ketine kolanan kar dikin. An wê hatina wan nepejirandibana, an jî dema hatin divê hemû pêdiviyên wan bi cih anîbana. Ji bo perîşan nebûna. Lê îro em li penaberên ji Sûriyeyê dinihêrin hemû li kolanan di nava xizaniyê de ne. Gelê Başûr jî ji vê rewşê bêzar bûne. Jinên Rojava û zarok li kolanan parsê dikin û selpakan difiroşin. Ev encama siyaseta hukûmeta herêmê ya şaş e. Ev bi xwe re pirsgirêkên cuda tîne. Em di konferansê de çûn biryaran, divê ev biryar di demek kurt de bikevin meriyetê."
Di heman demê de Hukûmeta Hêrema Kurdistanê deriyê sînorê Rojava girt û heya niha jî venekirine. Em dizanin ku ev tişt hemû civakê bi taybetî jî jinê mexdûr dike. Gelo ev pêkanîn di konferansê de bû mijara nîqaş û biryaran? Li hember van kirinan helwesta Jinên Başûrê Kurdistan çawa ye?
"Daxwaza vekirina deriyê sînor yek ji van mijaran bû û alîkarî ji mexdurên şer re were kirin. Ew jî Kurd in. Dema Enfal û hwd de gelê me yê Bakûr û Rojava bi hemû derfetên xwe ji me re bûn alîkar pêwîst e ku weke gelê Başûr em jî vê alîkariyê ji gelê xwe yê Rojava re qut nekin. Ji hukûmeta herêmê hat xwestin deriyê sînor veke û neteweya Kurdan biparêzin. Jinên welatên din jî bangawazî kirin derî were vekirin. Lê biryara konferansê bû em bi hev re biçin serdana wargehan û ji bo vekirina deriyên sînor bi fermî belavok were belavkirin. Lê heta niha pêk nehatiye. Pêwîst e hemû jinên Başûr dengê xwe bikin yek têkoşîna xwe bilind bikin, daxwaza vekirina derî jî bikin. Jinên Rojava muxtac nebin, birçî nebin, zarokên wan nekevin kolanan. Ez bang dikim em çalakiyekê bi tevlîbûna hemû jinan bikin, bibin hêz û deng ji bo hukûmeta herêmê derî veke."
Di encamnameya konferansê de hate gotin, “Em piştgiriyê didin hevdîtin û muzakereyên ku di navbera Rêbere Gelê Kurd Ocalan û dewletê dest pê kirine. Ji bo ku ji van hevdîtinan encamên ku daxwazên azadiya gelê Kurd derkeve em ê hewldanên xwe bidomînin. Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.” Wek delegeyekê Başûrê Kurdistan li gorî nêrîna wê jinên Başûrê Kurdistanê çawa bikarin tevlî vê pêvajoyê bibin û pêwîstiyên vê biryarê bi cih bînin?
"Di konferansê de çend biryar derketin, xalek jî pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin. Hemû jinên ku tevlî konferansê bibûn ji vê pêvajoyê re piştgiriya xwe dan nîşandan. Azadiya Rêber Apo xistin pêşiya hemû tiştî, kirin biryar û soz dan ku ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyan cihêreng bikin. Jinên welatên din jî dîtin ku Rêber Apo ne tenê ji bo neteweya Kurd, ji bo hemû cîhanê û bi taybet Rojhilata Navîn vê têkoşînê dide meşandin. Bi taybet têkoşîna azadiya jin. Biryar dan piştgiriya vê pêvajoya ku Rêber Apo li Tirkiyeyê daye despêkirin bikin, em jî weke jinên Başûrê Kurdistan tevlî vê biryarê bûn. Pêwîst e em weke jinên Rojhilata Navîn ji bo azadiya Rêber Apo bangawazî bikin û careke din me soz da têkoşîna xwe ya jinê bilind bikin. Azadiya xwe di azadiya Rêber Apo dibînin, azadiya Rêbertî azadiya jina Kurd e û jinên Rojhilata Navîn e, ji ber vê sedemê em têkoşîna xwe bilind bikin ji bo azadiya Rêber Apo. Xalek din a girîng. Roja qetilkirina hersê jinên şoreşger Sakîne, Rojbîn û Leyla bibe Roja Têkoşîn û Bilindkirina Têkoşînê ya Jinên Rojhilata Navîn. Ev biryarek girîng bû. Hemû jinên welatên din ev biryar bi kêfxweşî qebûl kirin û îmze kirin. Ev biryar tenê di hêla çend jinên Başûr de nehat îmzekirin, her wiha hemû jinên beşdar ev biryar îmze kirin. Ev helwest ji bo jinên Başûr tiştek nexweş bû. Me ev yek rexne kir."