Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Konferansa Jinên Kurd a Rûsya bi dawî bû

Konferasa Jinên Kurd a li Moskova hate lidarxistin bi dawî bû.

Konferansa Jinên Kurd a li paytext Moskova ya Federasyona Rûsyayê ku di pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê de hate lidarxistin bi dawî bû. Konferansa di çarçoveya xebatên amadekariya 3.’emîn Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî de hate lidarxistin, ji Krasnodar, Saratov, Tambov, Nîjnî, Novgord, Yaroslavl Komara Xweser a Adîgey û Moskovayê delege tevlî bûn.

Konferansa li salona Navneda Xebatên Rîverdale hate kirin tevahiya rojê dom kir. Rûniştina duyemîn a konferansê bi nirxandinên nûnerên Rêxistinên Jinên Kurd dewam kir.

Hevseroka Ototnomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovkî Nazê Bazûyeva:

“ Kurdên li vir ji warên wan hatine durxistin. Bûne koçber. Tevî hemû zorî û zehmetiyan Kurdên Rûsya bi PKK’ê ya ku ew bi tenê nehiştine ji bo xwedîderketina li Rêbertiya xwe tişta ketine ser milan bi cih anîne. Di pêvajoyekî wiha de hatina ba hev a jinan gotûbêjkirina pirsgirêkan û ji bo 3’emîn Konferansa Jinên Kurd ên Navneteweyî xebata kirin girîngiyekî taybet a xwe heye.

Jinên Kurd qehreman in. Li Rojava ev nîşanî tevhî cîhanê da. Qetlîama li Şengalê ji ber îxanetê pêk hat. Îxanet ji bo pêşiya serxwebûna Kurdistanê astengiye. Ji ber vê îxanetê gelek qadên jiyanê yên Kurdan radestî dewleta Iraqê hate kirin.

Divê jin çanda xwe ya netewî biparêzin, Ji ber ku Kurdistan parçekirî tê destgirtin ji bo wê winda dikin. Rêbertî ji bo netewa demokratîk pêk were proje pêşniyar pêşxistibû. Divê em guh bidin van pêşniyarên Rêbertiya xwe û ji bo wan bixin meryetê hê bi hêztir kar bikin.”

 

Endama Rêveberiya Oganîzasyona Jina Kurd a Moskova-Viyana Dîlbera Rustem

“Ez vê konferansê li her kesê pîroz dikim. Gelê herî qedîm yê Rojhilata Navîn Kurd in. Dayîna Kerkûkê gelê Kurd pir pê êşiya. Hêzên Başûr ev xak firotin. Bi referandûmê re gelek hêvî dan Kurdan. Lê tevî hemû pêşniyar û projeyên cuda yên hatîn kirin jî referandûm pêk hat û bi xwe re gelek destkeftiyên mezin da windakirin.

Jinên Kurd li dijî DAIŞ’ê têkoşînekî mezin kirin. Ji bo gelê Kurd di vê pêvajoya hesas de winda neke divê her kes tişta ji destê bê bike.

Ruhê me Rêbertiya me ye. Her kesê li dijî tecrîdê bêdeng şermezar dikin. Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê gelê Kurd ji bo hemû herêmê yekane lîdarê ku bê pêşniyarkirine. Ji bo vê jî divê bi lezgîn tecrîd bê rakirin.

Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Kurd ên Rûsya Kurdistan Kezgiyeva:

“Bi saya xebatên Kurdên li Rûsya tên kirin di demê dawî de her kes Kurdan û li Rûsya nûnerên saziyên Kurdan nas dikin. Divê em vê atmosfera siyasî û civakî baş binirxînin. Ji bo vê divê em jin girêdan û têkiliyên xwe yên bi saziyên din re xurtir bikin, hê aktîftir tevger bikin.

Li Rûsyayê divê em mîsyona Rêbetiya xwe ya ji bo jinê dayî diyarkirin baş li civakê bidin famkirin. Di wê hêvî û baweriyê de me ku wê nirxandinên Rêbertiya me ya di derbarê jinan de ji aliyê hemû jinan ve bi kelecanî û rêzdarî bê destgirtin.Ji bo belavkirina ramanê Rêbertiyê divê jinên li vir hê xurtir kar bikin.

Endama Rêveberiya Wexfa Piştgiriya Jinên Kurd-Rûs Nataliya Paladî:

“Li Rûsya gelek gel hene. Lê ti gel mîna jinên Kurd pêşketî û rêxistinkirî nîne. Ji ber xwebata me em bi rêxistinên jin re xebat didin meşandin. Eger ku jina Kurd bixwaze ti tişt nîne ku nekare bike. Serkeftinên li Rojava hatin bidestxistin berhemê jinê ye. Bi heyraniyeke mezin li hemû cîhanê tê vegotin. Ev serketin û mîrasekî gelekî mezin e.Jin dikare vê baş binirxîne û bûyerên li welatê wan rû didin dikarin veguhezin raya giştî ya cîhanê.

Endama Rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd ên Adîgey-Bêrîtan Mizgîn Jînda:

“Di roja me ya îro de jina Kurd li her qadê têkoşînê dike. Xwe bi rêxistin dike. Şoreşa Rojava bû şoreşa jinê. Pradîgmaya Rêber Apo bû çareseriya hemû pirsgirêkan. Di bingeha netewa demokratîk de cihêkerî, xwe li ser herkesî re dîtin nîne. Biratiya gelan li ser her tiştî re ye. Eger yekîtiya netewî nebe wê Kurd winda bikin. Heta niha Kurdan gelek tişt winda kirin divê êdî em bêjin raweste. PKK ji bo yekîtiya netewî beriya niha bi dehan car daxuyanî û bang kiribû.”

Di dewama konferansê de Hevseroka Meclîsa Otonomiya Çandî- Netewî ya Kurd Lîyana Sîmoyan, Endama Rêveberiya Meclîsa Jinan a Yaroslavl Mîrcan Davoyî, Endama Rêveberiya Organîzasyona Jinên Kurd a Moskova- Viyana Zeynep Husyeîn û Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Kurd a Krasnodar Aîda Babayeva axaftin kirin.

Di dawiya konferansê jî Seroka Tevgera Jinên Kurd ên Rûsyayê Jûlyeta Aram axvi û bal kişand ser xebatên jinan a ji bo 3.Konferansa Jinên Kurd a Navneteweyî. Her wiha Aram diyar kir ku yek ji xala herî esasî ya konferansa wan ew bû ku tecrîda girankîr ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Aram diyar kir ku divê rê bê dayîn ku hevdîtina malbatan a li gel Ocalan pêk were, ji ber gelê Kurd ji vê rewşê pir bi fikar û metirsîdar e.