Melîsa Jinan ya BDP'ê, 2'emîn Konferansa xwe ya Asayî bi hişyariya “Jina bi rêxistin temînata azadiyê ye" di roja 2'emîn de bi niqaşan berdewam dike.
Melîsa Jinan ya BDP'ê, 2'emîn Konferansa xwe ya Asayî bi hişyariya “Jina bi rêxistin temînata azadiyê ye" di roja 2'emîn de bi mijarên cûda û nirxandina pêvajoyê berdewam kir. Di konferansa ku li Salona Çand û Hunerê ya Şaredariya Tetwanê pêk hat de rapora xebatan û maliyê hate xwendin û rewşa rêxistinî hate niqaşkirin. Jin niha mijarên 'Hişmendiya zayendê" û 'Jin û siyaseta demokratîk" tê niqaşkirin. Piştî niqaş bi dawî bibin dê encamnameya civînê bi raya giştî re parve bikin.