Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn diyarî 3 jinên Kurd hate kirin
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn diyarî 3 jinên Kurd hate kirin
Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn diyarî 3 jinên Kurd hate kirin
Komisyona Amadekariya Konferansê ya Jinan a Rojhilata Navîn ya DOKH'ê diyar kirin ku, ew dixwazin li Rojhilata Navîn jiyana xweser a jinan ava bikin. Jinan anîn ziman ku, ew dê qadên nû yên jiyanê ava bikin û di vê konferansê de nasandina Sakîne, Leyla û Fidan bikin. Jinan da zanîn ku qetilkirina 3 hevalên wan ên jin konferansek bi vî rengî ferz kir.
Endamên Konferasa Jinan a Rojhilata Navîn derbarê konferansê de daxuyanî dan. Jinan diyar kir ku, ew vê konfaransê diyarî Sakine, Leyla û Fidanê dikin û wiha gotin: "Em wekî Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi salanin dibêjin "Jin jiyan azadî" bi boneya jiyanek azad ava bikin têkoşînê didin. Jin diwazin ji bo jiyanek azad qadên azad û xweser ava bikin. Di nava vê têkoşînê de bi milyonan jin hene. Em li girtîgehan, li kolanan û di panel û civînan de hatin cem hev. Em di 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê de gihiştin hev û me dengê xwe bilind kir. Her tim di hiş û mejiyê me de ji bo em qada têkoşînê fireh bikin, derbazkirina sînorên Tirkiyeyê hebû. Lê di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez piştî hatin qetilkirin, qatilê 3 hevalên me yên jin bêtir em li ser vê konferansê hûr kirin û em ber bi konferansê ve birin. Em dê bi vê konferansê bersiva herî mezin a kujeran bidin."
Jinan diyar kirin ku, bi koma 10 kesan a xebatê derketin rê û 3 mehan li ser vê konferansê xebat meşandin. Jinan di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Em destpêk li Tunusê tevlî Forma Civakî ya Cîhanê bûn. Piştre em tevlî Lihevhatina Jinan a Nepalê bûn. Piştre em derbasî Hindistanê bûn. Herî dawî me biryar da ku bi tevlîbûna 25 welatan wekî hevdîtina Sakine, Fidan û Leyla hemû jinên Rojhilata Navîn li hev kom bikin û li dijî komkujiyên serdestan ên sînoran nas nakin, têkoşîna xwe bêsînor bikin û xurt bikin. Ji ber vê yekê me biryar da ku di 31'ê Gulanê û 1- 2'ê Hezîrana 2013'an de jin dê li Amedê kom bibin.
Jinan anîn ziman ku, ew dê li têkoşîn û jiyana Shahla Ezazi, Malalai Joya, Rabab el-Mahdi û Rabab Abdulhadî binêrin. Jinan destnîşan kir ku, dê ji Rojava Asiye Ebdula û Kolettifa Sosyalist Feminist Filiz Karakuş dîroka ku ji destpêkê heta niha bi destê zilam hatiye nivîsandin vebêjin. Ji Tirkiyeyê jî Fatma Bostan Unsal dê li ser cînayetên civakî û li Rojhilata Navîn dîroka jinê, Nêrîna jina Misilman venêre.
Jinan da zanîn ku, dê di roja duyemîn a konferansê de li ser ceribandinên têkoşîn û tevgera jinên Filistinî raweste. Jinên Filistînî Amal Whadan û Rawda Odeh dê tecrûbeyên xwe pêşkêş bikin. Jina Misirî Samira İbrahim dê têkoşîna li dijî milîtarîzmê vebêje. Endama Meclisa Neteweyî ya Guhertina li Misirê Shahenda Maklad dê pêvajoya tekoşînê vebêje.
Dîsa Firouzeh Mohajer dê li ser herêma pevçûnê xebatên aştiyê vebêje. Shadi Sadr dê dîktarotiya Îranê û têkoşînaı jinê vebêje. Hunermenda Pakîstanî Sarah Husein dê bibe dengê têkoşîna jinê. Aktîvîsta Hindistanî Ranjana Kumarî dê li ser têkoşîna jinê raweste. Ji Libyayê li ser hiqûqa jinê profes Salwa El Daghili dê li ser edaleta berê û niha û makeqanûnê bi axive. Ji Fasê Hunermend Naima Zitan dê li ser qada aktîvîzmê niqaş bike.
Jinên ku ji 4 aliyên welat bên jî dê têkoşîna jinê ya li hemberî serdestan û hişmeniya zilam vebêje.
Di roja dewî de jî dê li ser pêşeroja Jinên Rojhilata Navîn û têkoşîna hevpar a jinan bê niqaşkirin.
Akademîseyna Îranî Minoo Moallem dê li ser modela rêxistinbûna navneteweyî mînakan bide. Endama Jinên Tunusî Salwa Ben Afia Giga û dê liser modelan û Endama Hewldana Jinê ya ji bo Aşityê Nukhet Sirman dê raweste. Sekretera Jinan a Giştî Ramzia Abbas El-Aryan jî dê li ser li ser modelên rexistinbûna jinên cîhanê biaxive.
Bernameya Konfernasê wiha ye.
31 Gulan
09.00 - 09.30 - qeyd.
09.30 - 09.50 - Axaftina Vekirinê
Fatma Kaşan (DOKH)
09.50 - 10.20 - Silavdayîn
Aysel Tugluk (Hevseroka Giştî ya KCD)
Gultan Kişanak (Hevseroka Giştî ya BDP')
Leila Khaled (Endama FHKCê)
10.20 - 10.30 - Pêşandana Sinevizyonê
10.30 - 10.45 - navber
Baweriya zayendiya civakî û û dîraka civakî û jinê der barê Jinê ya Rojhilata Navîn de
Pêşkêşvan Sebahat Tuncel (Parlamentera BDP'ê)
Yuksel Mutlu (Aktivîsta DOKH)
10.45 - 13.30 - pêşandan
Emine Ozmen (DOKH)
Filiz Karakuş (Aktîvîsta Kolektifa Sosyalîst Feminîst)
Kurdistan/Sûriye
Malalai Joya
Rabab Ibrahim Abdulhadi (Akademîsyen, Filistîn)
Rabab El-Mahdi (Akademîsyen, Misir)
Shahla Ezazi (Akademîsyen, Îran)
13.30 - 14.30 - navber
14.30 - 16.00 - Nîqaş pirs û bersiv
16.00 - 16.15 - taştê
16.15 - 18.00 - Nîqaş pirs û bersiv
19.00 - Şîev Koşka Erdebilê