Konferansa Jinan a HDK'ê: Guven rêya me ronî dike

Konferansa Meclîsên Jinan a HDK'ê dest pê kir. Di Konferansê de Hevberdevka HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivîn û Leyla Guven slav kirin.

Konferana Jinan a Meclîsên Jinan a HDK'ê ya Serdema 9'an dest pê kir. Konferans li Hotel Akar Înternatîonalê bi tevlêbûna gelak jinan pêk hat. Di konfernsê de Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivîn. Li konferansê wêneyên Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven hatin daleqandin, her wiha pankarta bi rengî xemrî ya bi nivîsa, ''Ji tecrîdê re na, deng bide berwedana ku jiyanê diparêze.''

Parlamentera HDP'ê ya Enqerê Fîlîz Keretecîoglu got HDK ji bo  ku Tirkiyeyeka ku bikaribîn bi aştî bijîn derketiye rê, heke ne ji şertên berdest bûya dibû ku li devereke cuda û berfirehtir bûye lê ew roj jî wê werin û xwe bigihînin girseyên berfireh.

'XETÎREYA LEYLA GUVEN RÊYA ME RONÎ DIKE'

Piştre Koçyîgît axivî, Leyla Guven slav kir û got, di serdemeke wiha de ku faşîzm dixwaze li welêt tarîtiyê serdest bike, tiştek têkilî mirovahiyê û aştiyê nehiştiye, xetîreya di dest Leyla Guven a aştî û azadiyê rêya ronî dike û got: ''Hevala me Leyla, di nav vê neqenciyê de ku her tişt normalîze kirine, nîşan da ku divê em teslîm nebin û li ber xswe bidin. Em dibêjin, em li têkoşîna wê xwedî derdikevin û divê tecrîd demildest rabe.''

Koçyîgît got pêvajoya şer bi tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye û bi bîr xist ji 2016'an ve, piştî ku malbata xwe dîtiye, ji Ocalan agahî nayê standin. Koçyîgît her wiha got, yasayên navnetewî û nirxên mirovî hatine binpêkirin û got: ''Dibêjin, em di pêvajoyên aştiyê de winda dikin, ji ber vê rêya şer û tecrîd e. û dixwazin em hemû teslîmî van polîtîkayan bibin. Ji 2012'an ve çawa ku li dijî polîtîkayên AKP'ê em li ber xwe didin, em li dijî faşîzma ji 2015'an û vir ve jî li ber xwe didin.''

Koçyîgît got: ''Rêzar Leyla Guven got, ''Ez yek ji hevrêya wan kesan im, ku gotin, bi qasî ku em di ber de bimirin em hij jiyanê dikin.'' Yek ji wan jî Sakîne Cansiz bû. Sakîne Cansiz û Leyla Şaylamez, Fîdan Dogan, ji ber xebatên siyasî 9'ê Çile ya 2013'an ji bo hesabên gemarî hatin qetilkirin. Hê jî kiryar nehatine dîtin. Her wiha dema dorpêça li Cizîrê hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma jî di encama polîtîkayên qirêj ên dijî jinan, li gel ku sivîl jî bûn hatin qetilkirin. Ser van komkujiyan girtin û hê jî em li bendê ne ku kiryaran derxînin holê''

BÛLDAN LEYLA GUVEN SILAV KIR

Bûldan bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a Leyla Guven ku kete roja 66’an û çalakiya wê silv kir. Bûldan anî ziman ku Guven ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên civakî û dîrokî ketiye grevê û got: “Me dît ku Pêvajoya Aştiyê ya Birêz Ocalan ku 3 sal û nîv dabû destpêkirin çiqasî ji bo me bi wate  û gîrîng bû nîşanî me da.”

Bûldan destnîşan kir ku tecrîd li ser her kesê alîgirê demokrasî û aştiyê ye û wiha pêde çû: “ Ev pêvajo carekî din ji bo me da nîşandan ku em hemû hê zêdetir li ser rawestin û li ser kûr bibin, hinek nuqteyên hesas ên vî welatî hene. Ev nuqte sedemê aştî û tecrîdê ne. Em jin ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê dikin, Em dengê xwe li dengê Guven zêde nekin, gun nedin dengên wan û destê Leyla Guven negirin wê ev tarîtî bidome. Wê pêvajoyên nû ku demokrasî li erdê bimîne û siyasete demokratîk ji holê rabe re rû bi rû bimînin.

Bi taybet ev yek di kesayeta jinê de li kolanên Amedê tevî her tiştî daketin qadan hate dîtin. Em jin dixwazin di hilbijartinên xwe cihî de mohra xwe li hilbijartinê bidin.

Bûldan diyar kir ku di serî de ji bo azadiya Birêz Leyla Guven û hemû girtiyên din ên li zindnan rehîn girtine li ber xwe didin, divê em yekîtiya xwe xurt bikin.