Konferansa Aboriyê ya Jinê dest pê kir

Li Rojavayê Kurdistanê, 1. Konferansa Aboriyê ya Jinê ya Bakurê Sûriyeyê dest pê kir. Konferans wê 2 rojan bidome.

Konferansa Aboriyê ya Jinê ya Bakurê Sûriyê ya 1. bi tevlêbûna 150 delegeyî yên ji Kantonên Rojava û Bakurê Sûriyê dest pê kir.

Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê ya Kantona Cizîrê tê lidarxistin. 150 delege ji kantonên Kobanê û Cizîrê yên Rojava û Bakurê Sûriyê Minbic, Girê Spî tevlî konferansê bûne.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hîva Erebo, Misteşara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed, Seroka Desteya Jinê Emîne Omer, Alîkara Seroka Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Şamîran Gewriye û Hevseroka Desteya Darayî Remziye Mihemmed jî li konferansê hazir in.

Hevseroka Desteya Aboriyê Hemrîn Xelef di destpêka konferansê de axivî.

Konferans wê du rojan bidome, belgeya aboriyê wê were xwendin û aboriya jinê were gotûbêjkirin.