Konca: Wê azadî û jin bi ser bikeve!

Parlemetera HDP’ê Konca ya ku piştî hate girtin û şûnde hate berdan û dîsa di derbarê wê de biryara girtinê hatiye standin, li Meclîsê axivî.

Civîna Koma HDP'ê ya Meclîsê wekî civîna Koma Jinê pêk hat. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr di Koma Jinê ya HDP'ê de axivî û bal kişand dayikên ku bi munasebeta Roja Dayikan beşdarî civîna wan bûne û got ku ew destên dayikan maçî dikin û têkoşîna wan silav dikin. Taşdemîr beşa yekem a axaftina xwe bi kurdî kir û bal kişand li ser Berdevka Meclîsa Jinê ya berê Besîme Konca ya beriya demeke hatibû berdan û der barê wê de careke din biryara girtinê hate derxistin û wiha got: "Bigire, berde, careke din bigire em bi ecebiyekî hiqûqê ya bi vî rengî re rû bi rû ne."

'DÊ JIN AZAD BIN Û AZAD BIKIN'

Taşdemîr a nirxandina "Li cihê ku rêxistinbûna jinan heye ew dizanin ku wisa bi rehetî rejîma yek zilam avabikin" kir diyar kir ku HDP û jin çima tên hedefgirtin û wiha berdewam kir: "Bi inyadê wan jin wê azad bin û azad bikin. Tirsa wan ji ber vî hêza jinan e. Yên ku ev nehiqûqê paşerojê dan jiyankirin wekî berê wê niha jî wekî lekeyekî reş derbasî dîrokê bibin. Ew bigirin jî, bavêjin girtîgehê jî em ê li her derê gotina xwe bibêjin."

'HDP wê WEKÎ PARTIYA JINÊ HEBÛNA XWE BIDOMÎNE'

Taşdemîr hevserokên HDP'ê, parlamenterê jin ên girtî, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel silav kir û wiha axivî: "Bi înad em ê têkoşîna jinê xurtir bikin û bi îndan HDP wê wekî partiya jinê hebûna xwe bidomîne."

Taşdemîr piştre gotin dewrî Besîme Konca kir.

Parlamentera HDP'ê Besîme Konca ya der barê wê de biryara girtinê heye û hate Meclîsê bersiv da gotinên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû yê "Me 4 diwar daye wan" a ji bo parlamenterên HDP'ê bi kar anî û diyar kir ku piştî 4 mehan girtî maye careke din bi HDP'iyan re ye. Konca wiha axivî: "Wezîrê Karên Hundir ji me re got ku me 4 diwar daye wan, bi vî rengî nêzîkatiyekî zayendperest û derveyî hiqûqê me şandina wê derê îfade kir. Lê Meclîsa ku girîngiyê didin jî 4 diwar e. Li vir ger ku hiqûq, edalet, ji bo gel siyaset nayê afirandin ev Meclîs jî girtîgeh e, zindan e."

'JI BER KU EM BI HÊZ IN DIGIRIN'

Konca destnîşan kir ku girtina wan ji bo Tirkiyeyê sûdewar nîne û wiha berdewam kir: "Dema ku me derdixin hemberî darazê me nekarî xwe biparêzin, me hiqûq û qanûnabingehîn a bi şerm e anî bîra wan. Em parçeyekî gelê xwe ne, ji bo em li ser navê wan siyasetê bikin em hatin hilbijartin. DEma ku em ji Meclîsê derketin em girtin, piştre berdan, careke din girtin, careke din berdan niha ev biryar careke din girtin. Ji bo parlamenterên me yên din ev kirin. 3 caran em girtin û berdan. Em nêzîkatiya bigire berde hiqûqî nîne. Em dizanin ku ev nêzîkatiya yên di tekperestiyê de israr dikin e. Ger ku em bi hêz nebûne 2-3 caran nedigirtin."

'JI BER KU EM NATIRSIN EZ LI VIR IM'

Konca destnîşan kir ku rêgeza sereke ya hiqûqê “Destûra bingehîn" e û wiha got: "Lê ji ber ku Qanûna Bingehîn nayê naskirin Hevserokên HDP'ê, hevşaredar û rêveberên HDP'ê yên hemû rîsk dan ber çavên xwe û sîyasetê dikin îro girtî ne. Em ji girtinê netirsiyan û me xwe neda paş. Em wê bêtir çareseriyê biqîrin. Ji bo em netirsiyan em îro li vir in."

‘TIŞTÊN EM DIJÎN JI SERDEMA 12'Ê ÎLONÊ GIRANTIR E'

Konca, silavên wekilên girtî yên jin û siyasetmedarên girtî anî û wiha got: “Zindan rûyê welatekî û siyaseta wî welati nîşan dide. Ger ku îro Tirkiye bi darbeya 80'an û girtîgehên Amed, Mamakê re hatibûna rûqalî hev hatibûna wê îro ev tişt nejiyana. Tiştên ku îro dijîn ji şert û pêkanînên darbeya 12'ê îlonê girantir in. Niha li girtîgehê hemû pêkanînên dervê mirovahiyê hene. Li wî welatî ewlehiya tu kesî tune ye. Her kes her wext dibe ku bên girtin. Her dem jin ten kuştin rastî destdirêjiyê tên. Dibe ku her dem dest dirêjî û destbavêjin jinê.

‘GER KU GELÊ ME TÊDIKOŞE EM Ê JÎ TÊBIKOŞIN'

Konca, diyar kir ku wekilên wan ên hatin girtin bi mehan di bin şertên tecrîdê de man û wiha berhdewam kir: "Girtî rastî sirgûnan tên. Girtî dema tên sirgûnkirin rastî tundiyê û zextan tên. Rastî êşkenceyê tên. “Neheqiya li ser me tê kirin, ne ji neheqiya li gelê me tê kirin zedetir e. Ger ku gelê me di ber xwe dide em jî wê di ber xwe bidin. Tiştê em dijîn ne bi qasî tiştên bi serê Dayika Taybet, Berkîn Elvan, Dîlek Dogan, Cemile de hatin e. Ger ku gelê me û bi taybetî jin li dijî neheqî û zilmê dengê xwe bilind dikin û li dijî bombeyên gazê, li kolanan têdikoşin em jî wê dêbikoşin. Em dizanin ev welat bûye nava 4 diwaran. Em wê têkoşina xwe berdewam bikin. Em dizanin ku ji bo em Tirikye azad bikin em têkoşînek mezin didin."

EM HEMÛ BÊN GIRTIN JÎ WEKALET A GELÊ ME YE

Konca, bibîr xist ku li Tirkiye zordaryia "An tu ji me ye, an jî wê her tişt bê serê te" heye û wiha berdewam kir: "Di 3 salên dawi de zilm zêdetir bû. Tirkiye bi vê feraset û nêzîkatiyê demokratîk nabe. Hûn nikarin bi vî rengî behsa heq, hiqûq, demokrasî, azadiyê bikin. Hûn bêjin em wê pêşengiya welatên Rojhilata Navîn bikin û hûn van polîtîkayan pêş bixin hûn nikarin bigêjin ti derê. Tiştê ku îro li Tirkiye tê jiyandin wê bibe dîrok. Em wê her tem ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têbikoşin. Niha akademîsyen ji bo mafê xwe bistînin di çalakiya greva birçîbûnê dene. Rojnameger tên girtin. 6 milyon kesan dengê xwe daye me. Em wê bibin bersîva daxwazên wan. Em bang li rayedarên Tirkiye dikin ku dest ji van pêkanînan berdin. Niha 85 hevşaredarên me, 10 wekilên me, girtî ne. Bi hezaran siyasetmedarên me girtî ne. Dibe ku em bên girtin. Em bên girtin jî gelê me wê wekaletnameya me bide ser xwe û wekîltiyê bike. 6 milyon hilbijêrên me wê barê me hilgire ser xwe. Em dubare dibêjin em wê di nava her şert û mercan de têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dubare dibêjin teqez wê Azadî bi ser bikeve. Demokrasî wê bi ser bikeve. Biratiya gelan wê bi ser bikeve.