BI DÎMEN

Komkujiya Parîsê li Rûsyayê hate şermezarkirin

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, her sê şoreşgerên di 9'ê Çileya 2009'an de li Parîse hatin kuştin, bibîr anîn.

Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, jinan li Komara Xweser a Adigeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Organîzasyona Jinê ya Bêrîtan Asmîn Kobanê li vir axivî. Kobanê qala têkoşîna her sê şoreşgeran kir û diyar kir, jinan bi pêşeniya di şer û siyasetê de bersiv dane hêzên komkujer.

'EM KUJERAN NAS DIKIN'

Kobanê da xuyakirin, mirina kujer Omer Guney beriya destpêkirina doza komkujiyê bûyereke rasthatinî nîne û got, "Hêzên ku komkujiyê ronî nakin, dozê her taloq dikin, hevparê sûcê vê komkujiyê ne. Bi bêdengkirina kujer re dixwazin rastiyan binixumînin. Lê em û hemû cîhan baş dizanin bê kî li pişt komkujiyê hene û armanca siyasî ya vê komkujiyê çi ye. Heta ku ev komkujî bê ronîkirin, Fransa hevparê vê komkujiyê ye. Bi ronînekirina komkujiyê re edalet careke din hatiye kuştin."