Komîsyona Jinê ya KNK'ê: Em ê azadiya jinan û gelan misoger bikin

"Ev êriş biryar ȗ lêgerîna me  ya azadiyê  bi  hêz  dike  ȗ her  șehîd rêxistinbûyîn û têkoşîna me geş dike. Em ê bi pêşengiya şehîd Zehra, Bedîa û Emîne azadiya jinan û gelan misoger bikin."

Komîsyona Jinê ya KNK'ê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk pêr bi şev li gundê Helincê yê Kobanê kir, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, tevahiya Bakurê Kurdistanê didomîne û dixwaze desthilatdariya xwe bi dijberiya xwe ya li jinan û mirovahiyê bidomîne.

Komîsyonê, komkujiya ku 23'ê Hezîranê li gundê Helincê yê Kobanê hate kirin bi tundî şermezar kir ku Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel û Bedîa Mele Xelîl û Emîne Weys hatin qetilkirin.

'EM HEBÛNA XWE BI XWE DIPARÊZIN, LEWMA ÊRIŞÊN DAGIRKERAN DEWAM DIKIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, her ku jin zane dibin, xwe bi rêxistin dikin, tirsa hêzên dijber a li jinan jî mezin dibe û hate gotin, "Di nava pergala faşîst, qirker, dagirker de cihê jinan, hebûna jinan tune ye. Em hebûn, zanebûn û jiyana xwe bi xwe diparêzin. Ji ber vê yekê erîşên dagirkeran, di serî de li ser hebûna me, jiyana me û warê me berdewam dibin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi taybetî di vê meha Hezîranê de ku li her devera gelê Kurd û jinên Kurd lê hene, di nava berxwedan û tekoşîna bê hempa ya parastina nirxên xwe de ne. Ev êrîşên qirker êdî bêsînor bûne. Li ser civaka sivîl  êrîşên leşkerî ku tên kirin sûcên şer e, li hemberî jinên  siyasetmedar ȗ rêxistinkirî hedef girtin, sûcên li hemberî  paşeroja jinê ye. Ji ber vê yekê em  bang  dikin  li hemȗ  jinên  cîhanê  ȗ  rêxistinên  jinan ku hemberî  van  êrîșan  helwest ê diyar  bikin  ȗ  piştgiriyê bidin  berxwedana  jinên Kurd. Her wiha banga  me  li gelê  Kurd  ȗ  dostên  Kurdan  re  ye; ku bê navber  di  nav  çalakiyan  de bin, berxwedana li dijî fașîzmê ȗ  îxanetê  bilind bikin. Dewleta Tirk ya faşîst bûye kujêrê jinan. Qetilkirina jinên rêxistinkirî bûye armanca faşîzma Tirk û serçete Erdogan.

'EM Ê AZADIYA JINAN Û GELAN MISOGER BIKIN'

‏Em van êrîşên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza têkoşîna hevrê Zehra û Hebûn ȗ yadê  Emîne didin û heta ku zîhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe em ê li berxwe bidin. Ev êriş biryar  ȗ  lêgerîna me  ya azadiyê  bi  hêz  dike  ȗ her  șehîd rêxistinbûyîn û têkoşîna me geş dike. Em ê bi pêşengiya şehîd Zehra, Bedîa û Emîne azadiya jinan û gelan misoger bikin.

‏Bi vê bawerî û biryardariyê em bang dikin ku di serî de jinên azadîxwaz ên cîhanê û sazî û dezgehên navneteweyî ku li hember van êrîşên hovane helwesta xwe ya exlaqî û mirovahî bidin nîşandan. Ên ku bê deng dimîne şirîk."