Komeleya Jinan a Starê: Li Wanê 7 jin bi ‘guman’ mirine

Endamên Komeleya Jinan a Starê diyar kirin ku di demên dawîn de li Wanê mirina 7 jinan ‘bi guman’ e.

Endamên Komeleya Jinan a Starê ya li Wanê li avahiya komeleyê derbarê mirina jinan a bi guman daxuyanî da. Rêveber û endamên komeleyê tevlî daxuyaniyê bûn. Civaknas Aslihan Şedal di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku par 300 jin hatine kuştin û 171 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

LI SER HEMÛ JINAN ŞÎDDET HEYE

Şedal diyar kir ku li ser hemû jinan şîddet heye û got “Herî zêde xizmên jinan şîddetê li jinan dike. Ji ber ku Peymannameya Stenbolê û qanûnên li dijî şîddetê bi xurtî nayên bicihanîn, şîddet zêde bûye. Pê re jî tê xwestin ser cînayetên bi guman ên li ser jinan jî were girtin. Welatê me bûye wekî goristana jinan. Ji bo ku pêşî li tacîz û tecawiza li ser jinan were girtin divê Peymannameya Stenbolê têkeve meriyetê.”

Şedal qala cînayetên li ser jinan a di sala 2020’an de kir û diyar kir ku di mehên dawîn ên par de bi tenê li Wanê 7 jin û zarok bi awayekî bi guman mirine. Şedal got ku, “Ev jî encama şîddet û cînayeta li ser jinan e. Heta ku neyê tespîtkirin jin çawa hatine kuştin û darizandina bi hiqûqî neyê kirin, ceza li kujeran neyê birîn, tevdîr neyên stendin wê şîddet zêdetir bibe. Em îtîrazî şîddeta dewletê, zayendperestiyê, şîddeta mêran, tacîz û tecawizê dikin. Ji bo ku şîddeta li ser jinan were rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”