Berpirsyara Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Helebê Şaha Elî Evdo (Nûjîn Dêrik) ku di 26’ê cotmehê de dema cenazeyên koma çete ya bi navê Selahadin Eyubî teslîm dikirin, ji aliyê heman komê ve dîl hatibû girtin, hate înfazkirin.
Berpirsyara YPG’ê ya Helebê Şaha Elî Evdo (Nujîn Dêrik) ku di 26’ê cotmehê de ji aliyê koma çete ve dîl hatibû girtin, hate înfazkirin. Derbarê mijara ku agahiyên berfireh nehatin bidestxistin de, rayedarên YPG’ê diyar kirin ku dê sibe daxuyaniyekê bide raya giştî.
Şaha Elî Evdo, di 1’ê Hezîrana 19970’yan de li bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Evdo di sala 1994’an de tevlî refên têkoşîna azadiya gelê kurd bibû.
Çi çêbibû?
Di 25’ê cotmehê de li bajarê Helebê yê Suriyeyê komek çete ya bi navê Selahaddîn Eyuyî, xwest ku bikeve Taxa Eşrefiye ya ku piranî kurd lê dijîn, lê ji aliyê yekîneyên parastina sivîl hatin astengkirin. Koma çeta di 26’ê cotmehê de careke din ketin Taxa Eşrefiye. Li ser vê yekê şêniyên taxê heyetek ava kirin û xwesti ku bi komê re hevdîtinê pêk bînin, lê koma çete diyar kir ku wan kontrola taxê girtiye bin destê xwe. Li ser vê yekê bi sedan welatî li hev civiyabûn û ber bi komê ve dest bi meşê kiribûn. Lê koma çete gel gule baran kiribû û di encamê de 13 kes hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê YPG’ê bersiv dabû û 19 endamê koma çete hatin kuştin. Piştî pevçûnê koma çete cenazeyê xwe xwestin. Piştî vê daxwazê fermandara YPG’ê Nujîn Dêrik cenazeyê komê birin, lê komê bi awayekî dij exlaqî Dêrik dîl girtibû.