KJK: Wê sedsala 21’ê bibe sedsala azadiyê ya jinan

KJK’ê milîtanên pêşeng ên tevgera jinan Zîlan, Sema û Gulan bi bîr anî û got “Em di nav wê têkoşînê de ne ku, sedsala 21’ê wê bibe sedsala ku jin wê bi azadî bijî.”

Koordînasyona KJK’ê got, “Em şehîdên mezin ên meha Hezîranê û milîtanên sereke yên tevgera me ya jinan Zîlan, Sema û Gulan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 30’ê Hezîrana 1996’an de rêheval Zîlan li hemberî hêza artêşa Tirk çalakiyeke fedaî li dar xistibû. Em di salvegera 24’an a şehadeta wê de, wê bi hurmet bi bîr tînin û wekî şopdarên xeta wê ya fedaîtiyê bi îddîaya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Jina Azad li ser xeta şehîdan dimeşin. Em rêheval Sema jî bi bîr tînin. Rêheval Sema di sala 1998’an de li Zindana Çanakkaleyê di Newrozê de xwe şewitandibû. Di heman demê de em rêheval Gulanê jî bi bîr tînin a ku di sala 2002’an de bi êrîşeke xayîn û komplowarî şehîd bûbû.  Bîranîna van hevalên em ji bo me hinceteke mezin a têkoşînê ye.

ZÎLAN MANÎFESTOYEK E

Zîlan manîfestoyek e. Ev tê wateya ku di jiyanê re rê nîşan dide, şer ji nû ve birêxistin dike û pratîzekirina tarza nû ye. Zîlan sembola partîbûna jinan e. Ew helwesta gotin û çalakiyê ye. Wê tezên jiyana azad a Rêbertî, felsefeya jiyanê û nêrîna îdeolojîk herî zêde fêm kiriye. Zîlan bi dilekî mezin bûye milîtaneke azadiyê ya mezin. Di kelepora berxwedana Dêrsimê de Besê, Bêrîtan, Çîçek û Zîn e.

Rêbertiya me gotibû ‘Zîlan fermandara me ye, em jî leşkerên wê ne’ Rêbertî pîvan û çalakiya Zîlan û serkeftina ku bi dest xistiye, rast nîşan kiriye. Bingeha manîfestoya Zîlanê jî ev e.

RÊHEVAL SEMA WEKÎ NAVÊ XWE SERHILDAN E

Rêheval Sema Yuce jî wekî nasnavê xwe her dem Serhildan bû. Em bûye temsila rastiya jinan a ku xwe ji xweliya xwe ava dike. Ew çalakgera kûrbûna di Îdeolojiya Rizgariyê ya Jinan e. Rêheval Sema li dijî mêtingeriya ku digot, “Kurdistan li vir hatiye veşartin’ berfîneke çiyayî ye. Rêheval Sema jî diyar kiriye ku ew ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê dixwaze bibe pirek. Ew ji îdeolojiya rizgariyê ya jinan re bûye bersiv û xwe azad kiriye. Bûye xwediyê tarzeke ku mêran jî vediguherîne.

GULAN TEMSÎLA FEDAÎTIYÊ YE

Dema ku xeta tasfiyeyê li ser xeta me ya azadiyê jinê dihate ferzkirin, rêheval Gulan bûye milîtan û fermandareke pêşeng a fedaî. Ew xwedî îrade bû, heta dawiyê bi îddîa bû û li ser xeta Rêber Apo bû. Di demên herî dijwar de, bi berpirsyariyeke ku wergirtiye wê asta temsîlî ya îdeolojîk û rêxistinî bi pêş xistiye.

Ev rêhevalên me yên ku di meha Hezîranê de bûne xwediyê helwesta milîtan, kedkar û afirînerên mezin ên xeta azadiyê jinê ne. Em di nav wê têkoşînê de ne ku, sedsala 21’ê wê bibe sedsala ku jin wê bi azadî bijî.  Li ser vî esasî bi helwesteke mezin a tolhildanê ya  em hêza serfiraziyê nîşan didin. Bi vê biryardarî û sozê em diyar dikin ku wê sedsala 21’ê wê bibe sedsala azadiyê ya jinan.”