KJK: Wê gerîlayên Kurdistanê û jin bi ser bikevin!

KJK’ê çalakiyên gerîlayên YJA/STAR û HPG’ê û her wiha yên jin û gelê welatparêz silav kir û banga, “Em banga bilindkirina têkoşîneke wisa dikin ku wê dijmin biqede.”

KJK'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li hemberî balafiran, êrîşên dronên bi çek û êrîşên nukleer ên kîmyewî yên ku dewletên mezin jî mehekê nekarîn li ber xwe bidin, gerîlayên YJA/STAR û HPG'ê bi hêzeke mezin a berxwedanê bersiv dane êrîşan. KJK’ê her wiha çalakiyên gel û jinan ên li her derê yên ji bo gerîla, bi taybetî meşa dawî ya Dusseldorfê jî silav kir.

KJK'ê got, "Di pêvajoyek wiha hesas de ne tenê piştgirîkirina gerîla, bi şêwaza tolhildana gerîla mezinkirina têkoşînê û gihiştina serkeftinê gelek girîng e.” KJK’ê anî ziman ku şerê bi pêşengiya HPG û YJA/STAR’ê pêş dikeve serketineke teqez heq dike, mela Rêbertî ya pêncî salî di sala pêncî de serkeftinê heq dike, têkoşîna bi rûmet a jinan serkeftinê heq dike. Li ser vê bingehê em li ser xeta serkeftinê ya Rêber Apo, bi berxwedana gerîla û têkoşîna bi hêz ya jinan re bin û teqez em ê bi ser bikevin."

Peyama Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) a ji bo gelê Kurd ê welatparêz, raya giştî ya demokratîk û ji bo hemû jinên azadîxwaz wisa ye

“Ber bi 30’ê Hezîrana 2022’an de, gerîlayên me li Zap, Avaşîn, Metîna, Botan û Amedê bi biryardarî li ber xwe didin û ji bo welatê xwe û azadiya xwe wek şehîd Zîlan bi awayek fedaî şer dikin û li hemberî dijmin dibin guloka ji agir. Gerîlayên ku di xeta Zîlan de dimeşin, bi xwebaweriyeke mezin bi ser pergala qirker û mêtinger û mirinê ve dimeşin û nemiriyê bi tîpên zêrîn li Kurdistan û dîroka mirovahiyê dinivîsin. Em şehîd Zîlan û rêhevalên xwe yên li her milekî xaka Kurdistanê şehîd bûne, şehîdên xwe yên ku bi têkbirina mirinê nemir bûne, bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Kurdistana azad ava bikin. Afirandina serketinê yekane rêya layîqbûna van şehîdên mezin e.

EM JI GERÎLA HÊZÊ DISTÎNIN

Li çiyayên Kurdistanê şerê herî dijwar ê dîrok û sedsala me diqewime. Gerîlayê Kurdistanê ku evîna welat di asta herî jor de dijîn, bi berxwedan û şerê xwe yê bi heybet di herikîna dîrokê de şopên nû û mezin dihêle, bîranîna azadiyê ya ku tê xwestin were tunekirin, bi ruhê mezin ê komînal zindî dike û mezin dike. Gerîlayê Kurdistanê ku di dilê xwe yê ciwan û fedakar de heqîqeteke mezin hildigire, bi şerê li Zap, Avaşîn û Metîna meşandiye, şêwaza gerîla ya sedsala 21’an bi awayekî herî xurt radixe ber çavan. Xeyalên Osmaniyan ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Zapê vediguherîne kabûsekê û planên wan yên nûjenkirina Lozanê di sala 100’emîn de serobin dike. Gerîla di 50’emîn salvegera tevgera me ya azadiyê de bi dil, mejî, şêwaz û fedakariyeke bêhempa polîtîkayên 100 salî yên mêtînger-qirker dişkîne. Balafira ku dewletên mezin jî nikarin mehekê li ber xwe bidin, bi hêza berxwedanê ya sermirovî bersivê dide êrîşên droneyên bi çek û êrîşên nukleer û kîmyewî. Em KJK gerîlayên YJA/STAR û HPG’ê yên ku di dîrokê de bûne mijarên vî şerê mezin silav dikin, diyar dikin ku em ji serkeftinên wan û ji her derbeya ku li dijmin dixin hêzeke mezin digirin û wan pîroz dikin.

Ev berxwedan û serkeftina mezin a gerîlayên me, careke din îspat dike ku hemû polîtîkayên dagirkeriyê îflas kiriye. Vejîna mezin a Kurd bi têkoşîna xwe ya hebûn û azadiyê re xwe gihand qonaxeke nû. Banga gerîlayên Kurdistanê ya ji bo leşkerên dijmin ên ‘Werin teslîm bibin’ û peyama ‘Ev der Kurdistan e, têketin heye, derketin tune’ li ser rastiyekê radiweste û dibêje, ‘Du sed sal in. Polîtîkayên berê îflas in, êdî divê hûn vê biguherînin.’ Divê êdî hêzên desthilatdar ên navneteweyî û herêmî vê rastiyê bibînin û bi tinehesibandina Kurdê azad polîtîkayên xwe yên li Kurdistanê ji nû ve diyar bikin. Dema mêtîngerî, polîtîkayên qirkirinê, îxanet û hevkariyê derbas bûye. Stratejiya me ya Kurdê azad û jina azad û israra me ya di vê stratejiyê de ji hemû polîtîkayên klasîk derbas kiriye. Ji xeynî bêhêvîtiyê ya ku ji aliyê dijmin û hêzên xayîn ve tê ferzkirin ne tiştekî din e.

EM ÇALAKIYÊN GEL Û JINAN SILAV DIKIN

Ya girîng ew e ku bi vê şerê bi hostatî û fedaî yê gerîlayên me yên gel û jinan, têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm û mêtîngerî mezin bikin û dijmin bi tevahî dorpêç bikin. Di vê qonaxa dîrokî ya pir krîtîk de ne tenê piştgirîkirina gerîla, di heman demê de bi mezinkirina tolhildanê û balkişandina ser serkeftinê bi şêwazê gerîlatî, têkoşîna li dijî dijmin jî girîng e. Bi taybetî jî weke jin divê em hêzeke têkoşînê ya bi xwe bawer, rêxistinkirî û aktîf ku di asta herî jor de bersivê dide êrîşên qirker û zayendîparêz pêş bixin. Li hemû qadên Kurdistanê çalakiyên bi pêşengiya jinan pêş dikevin û ev gelekî watedar e. Li ser vê bingehê em çalakiyên gelê xwe û jinên li her derê yên ji bo gerîla bi taybet meşa dawî ya Dusseldorfê silav dikin. Divê em berdewamî û serdestiyeke ku van kiryaran derînin holê û dijmin bêçare bike ava bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin layiqî berxwedana gerîlayên xwe û nemiriya şehîdên xwe bin. Peyama sereke ku şehîd didin me, li ser esasê berxwedan û serketinê ye.

EV ŞER TEQEZ SERKEFTINÊ HEQ DIKE

Em KJK em bang li hemû gelê xwe, di serî de jin, ciwan, hemû pêkhateyên hestiyar û dostên xwe dikin ku têkoşîna heyî mezin bikin. Em bang dikin bi awayê ku wê dijminê neçar bûye nikaribe bêhna xwe jî bistîne, li her derê agirê têkoşînê geş bikin û di tarza ku wê dijmin biqede, em ê têkoşînê geş bikin. Ev şerê ku di pêşengtiya HPG û YJA/STAR’ê de tê kirin, serketina teqez heq dike, meşa Rêbertiyê ya 50 salî di sala xwe ya pêncî de serketinê heq dike, têkoşîna bi rûmet a jinan serketinê heq dike. Li ser vê bingehê em li ser xeta serketinê ya Rêber Apo, bi berxwedana gerîla û bi têkoşîna bi biryardarî ya jinan re bin û em ê teqez bi ser bikevin.”