KJK: Wê berxwedana Ebrû Tîmtîk were geşkirin

Koordînasyona KJK’ê ji bo parêzer Ebrû Tîmtîk a ku di rojiya mirinê de şehîd bûbû got ku, “Dil û mejiyê Ebrû Tîmtîk neheqî û bêedaletî qebûl nekir.”

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“Îro li Tirkiye û Kurdistanê qirkirineke mezin heye û ev polîtîka bi destê dewleta mêtinger a faşîst a Tirk didome. Jin di civak, siyaset û qada hiqûqê ya Tirkiyeyê de hesab ji vê dewleta tecawizkar dipirsin. Yek ji wan kesan ku ev hesab dipirsî jî parêzer Ebrû Tîmtîk bû.  Tîmtîk a Dêrsimê 238 rojan li ber xwe da û di hişê jin û civaka Tirkiyeyê de berxwedaneke mezin hişt.

EV BERXWEDAN LI DIJÎ FERASETA MÊRAN DARBEYEKE MEZIN E

Ebrû Tîmtîk bi berxwedana xwe ya 238 rojan darbeyeke mezin li siyaseta mêrserwer xist. Ji bo darizandineke adilane û edaletê bedena xwe da ber birçîbûnê û berxwedan da destpêkirin. Rejîma qirker a Erdogan, Bahçelî û Ergenekonê ji şehadeta wê berpirsyar e. Wê mirovayetî tu carî zilmê ji bîr neke. Jin û gelên Tirkiyeyê wê berxwedana Ebrû Tîmtîk bidin jiyîn. Gelên Tirkiyeyê, derdorên çepgir û sosyalîst, hêzên demokrasiyê û jin wê xwedî li mîrateya berxwedanê derkevin û têkoşîna wê geş bikin.

Em ê teqez avakirina Tirkiyeya azad û demokratîk pêk bînin. Em ê qirkirin û faşîzmê bi dawî bikin. Em bang dikin ku ji bo avakirina demokrasiyê em yekîtiya hêza demokratîk, hevgirtina jinan û rêxistinbûna wê mezin bikin.

Rejîma faşîst a AKP, MHP û Ergenekonê kujerên parêzer Ebrû Tîmtîkê ne. Dewleta Tirk careke din diyar kiriye ku ew jinan qir dike. Di serî de jin wê xwedî li vê têkoşîna berxwedanê were derketin.

Ebrû Tîmtîk bû deng û helwesta darizandina adilane û wijdanî ya civakê. Em careke din diyar dikin ku, em xemgîn in û bi hêrs in. Hêrs û têkoşîna me ji bo Ebrûyên din bijîn wê geş bibe.

Em sersaxiyê ji malbat, dost û hevalên wê yên têkoşînê re dixwazin. Ebrû Tîmtîk nemir e. Bi berxwedana wê, ew ê faşîzm hilweşe. Dewleta Erdogan a bêhiqûq û bêyî edalet wê hilweşe. Gava pêşîn a têkoşîna li dijî bê edaletî û bê hiqûqtiyê wê qebûlnekirina faşîzmê  be. Dil û mejiyê Ebrû Tîmtîk neheqî û bê edaletî qebûl nekir. Wê heta dawiyê têkoşîna xwe domand. Bawerî pê anî ku wê bi têkoşîna xwe bi ser bikeve. Ew bû yek ji jinxaseke Dêrsimê.”