KJK: Rêber Apo sedema me ya hebûnê ye!

KJK'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir, "Rêber Apo sedema me ya hebûnê ye. Em di wê demê de ne ku têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Konfederalîzma Demokratîk mezin bikin."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

'JIDAYIKBÛNA RÊBER APO VEJÎNA JINAN Û GELAN E'

"Rojbûna Rêberê me ku tê wateya rojbûna jiyana azad, di serî de li mirovê azad li Rêber Apo, li gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, jinan û mirovahiyê pîroz be! Em rojbûna Rêber Apo bi hesreteke mezin pîroz dikin. Jidayikbûna wî vejîna jinan û gelan e.

Rojbûna Rêber Apo jinûve vejîn û hebûna gelê Kurd e. Jidayikbûna Rêber Apo nirxên Kurdan û nirxên demokratîk ên hemdem gihand hev, gelê Kurd kir hêza azadiyê û qedîm a demokratîk a Rojhilata Navîn. Jidayikbûna Rêber Apo di heman demê de xwedîderketina li nrixên Rojhilata Navîn e ku dergûşa bi hezaran salan a mirovahiyê û şaristaniyê ye. Jidayikbûna Rêber Apo jinûve vejîna jinên azad e ku pêşengên jiyana civakî ne. Rêber Apo di tevahiya jiyana xwe de bi berpirsyariya li vê rastiya gel û nirxên civakî tevgeriya, her kêliya jiyana xwe diyarî civaka demokratîk û civakan kir. Jiyana xwe bi vî rengî didomîne. Dermanê bingehîn ê vîrûsa koronayê ku niha bûye belayê serê mirovahiyê û metirsiyeke mezin e, çareya wê di paradîgmaya civakîparêz a li dora jinê û ekolojîk demokratîk a Rêber Apo ye.

AZADÎ JI RÊBER APO Û GIRTIYÊN SIYASÎ HEMÛYAN RE

Vê modela azadiyê diyarî tevahiya mirovahiyê dike. Yekane rêya derketina ji nava krîza modernîteya kapîtalîst ev e. Her wiha di edalet û înfazê de divê hiqûqeke wekhev ku her kesî dihewîne esas bê wergirtin. Ji ber vîrûsa koronayê divê girtiyên siyasî, di serî de Rêber Apo tavilê azad bibin. Gel hemû û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar lazim e ji bo afirînerê têkoşîna azadiyê bikevin nava liv û tevgerê. Ji xwe Rêber Apo niha di nava şert û mercên herî giran ê zindanê de ye, 22 sal in di nava tecrîd mutleq de ye. Rastiyeke ku nabe bê înkarkirin; Rêber Apo dîroka Kurdan, dîroka Rojhilata Navîn, dîroka koledariyê ya jinê guhertiye. Ji bo tevahiya mirovahiyê îro jî bi heman rola xwe radibe. Sîstema tecrîda mutleq a 22 salan, bi serkêşiya TC a faşîst a AKP-MHP'ê tê meşandin. Divê dawî li tecrîdê bê anîn. Jiyana Rêber Apo jiyana bi milyonan mirovî ye.

Parêznameyên Rêber Apo hemû veguherîn xeta jiyana azad ji bo jinan, civakê û mirovahiyê. Ev sîstem dijminê jin, zarok, ekolojiyê û civakê hemûyî ye. Lewma rêya rizgariya ji vîrûsa koronayê ku nexweşiya sîstema kapîtalîst e, çareya wê di nava sosyolojiya azadiyê ya nû de ye, di nava manîfestoya azadiyê ya Rêber Apo de ye. Têkoşîna Rêber Apo û hurmeta wî ya herî mezin li jiyana azad e. Di asta pîrozmendiyê de her kêliya jiyana mirovan bi wate kiriye. Lewma di her kêliya jiyanê de karekî mezin, nirxên mezin bi cih kiriye. Di nava jiyana mirovan de Rêber an jî mirovekî ku mîna Rêber Apo her kêliya jiyanê hêja dibîne, pir kêm in.

Ji bo Rêber Apo jidayikbûna mirovekî pîroz e. Divê mirov hurmetê nîşanî jidayikbûna mirovahiyê hemûyî bidin û li gorî wê bijîn. Rêber Apo bi vî rengî jiya û bû mînak ji her kesî re. Gelê Kurd, gelên cîhanê, jin, hêzên ekolojîk di vê astê de ji Rêber Apo hez dikin, ji ber ku her kêliya jiyanê, Kurdan, mirovahiyê û jinan hêja dibîne û bi vî rengî dijî. Rêber Apo her kêliya jiyana xwe bi civakîbûna azad û ji bo mirovahiyê dijî. Ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo demokratîkbûna welatên Rojhilata Navîn û ji bo azadiya mirovahiyê di her kêliya jiyana xwe de di nava kûrbûneke mezin de ye. Ji ber ku her kêliya jiyanê pîroz e, Rêber Apo kêliyeke jiyanê jî vala derbas nake. Felsefeya têkoşîna jiyana azad a Rêber Apo Kurd, jin, gel hemû rakir ser piyan, li çar parçeyên Kurdistanê, li Êzidxanê, li Mexmûrê, li gelek welatên Ewropayê rastiya gelekî ku ji bo azadiyê şer dike afirandiye.

Rastiya jin a azad rastiya bingehîn a jiyana civakî ye, lewma Rêber Apo ji bo vê rastiyê nîşan bide di nava têkoşîneke mezin de ye. Bi vî rengî bûye ewladê ku keda dayikê gelekî hêja dibîne cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye. Eger jin û ciwanên Kurd xwe ji bo Rêber Apo feda dikin, eger dirûşmên 'Ciwan fedayiyên Apo ne', 'jin û gel dibêjin 'Jin, jiyan, azadî', sedema vê jî daxwaz û asoyê azadiyê ye ku Rêber Apo pêşkêşî jin û ciwanan û gelan kiriye.

BI RUHÊ FEDAYÎ EM Ê TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBIN

Di sala 1998'an de li dijî Rêber Apo komployek di asta navneteweyî de hate kirin. Jin, ciwan, extiyar gelê Kurd bi temamî li dijî komployê gotin, 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' û li dora Rêber Apo bûn xelekek ji dagir. Bi sedan mirovên Kurd canê xwe feda kirin. Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Apo û hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê bi hezaran fedayî di xeta Rêber Apo de li ber xwe didin. Jin ji bo deynê xwe bidin Rêber Apo ku vejîna wan a rastî pêk anî, ji bo pêkanÎna jiyaneke azad, wê bi ruhekî fedayî tevlî pêvajoyê bibin.

EM TÊKOŞÎNA JI BO BIDAWÎKRINA TECRÎDÊ Û HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ MEZIN BIKIN

Di rojbûna Rêber Apo de em tecrîda mutleq bi dawî bikin. Bi berxwedana xwe divê em rê û rêbazên cuda yên têkoşînê biafirînin. Dema ku mijar Rêber Apo be daxwaz û biryardariya jin û gelê Kurd a ji bo têkoşînê zêdetir dibe. Divê gelê Kurd hêrsa xwe tûj bike, hişmendiya xwe kûr bike û xwe ji serhildanên mezin ên azadiyê re amade bike. Nepêkane ku rojbûna 4'ê Nîsanê bidin jibîrkirin û bidin tepisandin. Ev jidayikbûn wê di nava şert û mercên herî giran de veguhere hêz û îradeya têkoşînê û têkoşîna azadkirina mirovahiyê, gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd xurtir bike.

Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku di 4'ê Nîsanê de têkoşîna ji bo têkbirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê bilind bikin, li mal, sîte, taxa ku lê ne daran biçînin û bi vî rengî berpirsyariya xwe ya li pêşberî Rêber Apo bi cih bînin. Rêber Apo sedema me ya hebûnê ye. Dem hatiye ku em têkoşîna ji bo jiyana azad a Rêberê Konfederalîzma Demokratîk bilind bikin."