'Em bi hev re li ber her cûreyên tundiyê rabin' -NÛ BÛ

KJK: Em bi hev re li ber her cûre tundiya li jinê rabin! Xeleka ku em bi hev re ava bikin, veguherînin dîwarekî li pêşiya zayendîperestî, nijadperestî û mêtingeriyê. Em sîstema xweseriya demokratîk a jinên cîhanê ava bikin.

Komalên Jinên Kurdistan (KJK) diyar kir ku di vê serdema pandemiyê de divê têkoşîna jinan a li her derên cîhanê xurt bibe û banga hevgirtinê li jinan kir.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

Li dijî pandemiya şîdeta mêran em qadên xwe yên azadiyê ava bikin!

"Em dibine şahidê wê tiştê ku li çar aliyên cîhanê bi armanca bêhêzkirina jinan û jiholêrakirina lêgerîna wan a azadiyê, êrîşên qirkirinê têne kirin. Ev zêdebûna şîdeta li dijî jinê ku di asta gelekî xerab de ye, yekser bi krîza sîstema kapîtalîst a baviksalar ve girêdayî ye. Ev rewşa bi krîz û kaosê ya ku ev sîstem hebûna xwe bi mêtingeriya jinê berdewam dike, di şexsê xwe de ji bo hemû civakan xeteriyeke mezin ava dike. Li dijî vê pêla êrîşan a nû ya vê sîstemê ku ji bo zanebûn û têkoşîna jinê ya pêş dikeve, ji şert û mercên vîrûsa koronayê ava kiriye, sûdeke di asta jor de bi dest dixe, weke jinên cîhanê divê em stratejiya berxwedanê ya hevpar ji herdemê zêdetir pêş bixin.

Em Tevgera Azadiya Jinê ya Kurdistanê ku ji ser mîrasa têkoşîna jinan a gerdûnî ya bi hezaran salan em xwe rêxistin dikin, xwe weke parçeyeke tevgera jinan a cîhanî diyar dikin, li derveyî sînorên Kurdistanê jî xwe berpirsiyar dibînin. Weke çawa em ji rêxistin û berxwedana jinan a goşeya herî dawî ya cîhanê moraleke mezin werdigrin, em dizanin ku têkoşîna azadiyê ku em li ser xaka xwe pêş dixin, hêz û îlhamê dide xuşkên me yên bi hezaran kîlometreya dûr in. Ev rastî ji bo têkoşîna jinan a herêmê jî derbasdar e. Di qonaxa em tê de ne, têkoşîna jinan a azadî, wekhevî û rûmetê, ji herêmê pêl bi pêl bilind dibe û dibe deryayeke mezin. Bayekî ku li cîhekî radibe, li aliyê din ê cîhanê dibe pêlên lehiyê. Ew sînerjiya mezin a di navbera têkoşîna azadiyê ya Jinê ya herêmî-ku em ji rewşa vê ya rêxistinî re dibêjin Konfederalîzma Jinên Cîhanê ya Demokratîk- sîstema baviksalar a di asta cîhanî de xwe rêxistin dike, gelekî ditirsîne.

Ji ber ku azadiya jinê, zemînê dîrokî ya sîstema dagirkeriyê ya mêr ava dike, têkoşîna ji bo azadiya jinê tê dayîn jî, berxwedana herî zêde wê tengav dike, zemîna ku ev sîstem li ser e herî zêde dihejîne û diderizîne ye. Ji ber ku pirsa jinê, şaneya bingehîn a hemû pirsgirêkên civakî ava dike, hebûna civakî ya ku sîstema desthilatdar herî zêde pê re nakokiyên kûr û binesazî jiyan dike jî, jin e. Rizgariya jinê, ji ber vê sedemê dikare hemû girêkan çareser bike, ango yekane qad e ku pirsgirêka azadiyê veguhere çareseriya rasteqîn. Dema ku rewşa bi krîz a modernîteya kapîtalîst di roja me de herî zêde ji ser azadî-koletiya jinê nîşan dide, ev bi vê heqîqetê re girêdayî ye. Bi heman rengî êrîş û şerê sîstematîk a sîstema mêrsalar a cîhanî ya li hemberî jinê, bi vê rastiyê re girêdayî ye.

Ev şer û êrîşa dijminatiya li ser jinê, di roja me de gîhîştiye asta qirkirinê. Mînakên vê yên şênber û kirinên di vê çarçoveyê de, her roj zêdetir dibin. Li her cîhekî cîhanê, zarokên keç û jin, rûberî êrîşên dijwar û yên kuştinê yên çeteyên desthilatdar tên hîştin. Pandemiya esasî ya mezin şîdeta mêr û dijminahiya jinê ye. Ev rastî di tu qonaxeke dîrokî de weke îro zelal nehatiye dîtin. Ji ber wê jî destpêkê jin, lê bi giştî civak divê balê bikişîne vîrûsa mêrsalarî ya di çavkaniya pandemiyê de xwe nîşan dide û têkoşîneke encamgir ango veguherîner pêş bixin. Divê têkoşîna me û rêxistinbûna me ji aliyekê jinê bi hêz bike, ji aliyekî din divê vê zîhniyetê lewaz û bêbandor bike. Pêdiviyeke me ye lezgîn a pêşxistina rêbazên têkoşînê ya ne yekser û yekser vê rastiyê pêk bîne, heye.

Divê em ji bîr nekin ku rizgariya civakî bi şoreşa zîhniyetê mumkun e. Ji ber vê sedemê em rûberî erka bi rengekî berfireh, radîkal û sîstematîk a hedefgirtina zîhniyeta mêrsalar in.

Ev zîhniyet di cewherê xwe de dijminê jinê ye. Li hemberî lêgerîna azadiyê ya jinê, têkoşîn û rêxistinbûna jinê ya ku di vê qonaxê de bilind dibe, bi pêngavên dijber dixwaze hebûna xwe bixe bin ewlekariyê. Ev pêngavên ku rê li ber zêdebûneke cidî ya şîdeta li ser jinan vekiriye, bi tenê şertên ku pandemiya Covîd-19 afirandiye, nikare bê îzah kirin. Ji vê zêdetir şikestina di rewşa jinê ya ji ber qedexeyên pêvajoya pandemiyê û şertên qedexekirinê de derketiye holê, heta dawî jê sûdê werbigre, mijara gotinê ye. Nexwe ger em zêdebûna şîdetê bi şertên pandemiyê girê bidin, em ê bi bidawîbûna pandemiyê re kêmbûna şîdeta li ser jinê em ê ferz bikin û ev jî xeletiyekî gelekî mezin e. Rasttespît kirina çavkaniya pirsgirêkê, gava yekem a pêşxistina çareseriyê ye. Şert diguherin, lê belê ya sabît û her tim, zîhniyeta mêr a li benda firsendan e. Ji ber wê ne pandemî, dive em baş bibînin ku di wateya giştî de di demên awarte de ev zîhniyet dem û şertên heyî, ji bo pêkanîna qirkirina jinan çawa baş bi kar tîne.

Êrîşên qirkirinê ku Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurdistanê rû bi rû ye ku ji bo hemû xuşkên xwe yên cîhanê bi asta berxwedan û rêxistinbûnê û bi pêşengiya têkoşîna şoreşger îlhamê ava dike, vê rastiyê herî baş nîşan dide. Bi taybetî jî li Rojava ku meşaleya şoreşa jinê li wir hate bilindkirin, bi êrîşên kontra ku dixwazin avakirina sîstema demokratîk têk bibin re, rûbirû ne. Vê care ne bi nave DAIŞ’ê, yekser ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û leşkerên wê yên bi pere yên çete, bi piştgirî û erêkirina eşkere û veşartî ya sistema navnetewî ya mêrsalar tê kirin.

Êrîşa herî dawî ya faşîst ku bi taybetî jinên pêşengê şoreşê ne hedef digre, şeva beriya vê li Kobanê pêk hat. Endamên koordînasyona herêmî ya Kongreya Star ku rêxistina sîwan a Tevgera Jinê ya Kurd a Rojava ye, ji aliyê artêşa Tirk ve hatin qetlkirin. Di vê êrîşa ku bi balafirên bê mirov ên bi çek hate pêkanîn de, 3 jinên Kurd hatin qetlkirin. Dewleta Tirk ku piştî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, hewl dide li hemberî Kobanê jî êrîşeke dagirkeriyê bide destpêkirin, li Kobanê ku cara yekem DAIŞ lê hate têk birin, bi zanebûn jinan dike hedef. Ji ber ku Kobanê bajarekî sembola şoreşa jinê ye. Kobanê bajarê berxwedanê ye û pêşengiya vê berxwedana dîrokî ku ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî û bawerî, jinan kiriye. Dema ku mirov bale dikişîne ser rastiya ku qada hewayî ya Kobanê di bin kontrola Rûsyayê de ye, tê famkirin ku rejîmên navnetewî yên dijminê jinan e, sûcên şer û mirovahiyê yên dewleta Tirk pêk tîne, erê kirine.

Cîhekî din ku rejîma dewleta Tirk sûcên xwe yên şer ên li dijî jinan pêk tîne, bajarê Rojava Efrîn e ku li rojavayê Bakurê Sûriyeyê ye. Ev der jî ji bo şoreşa jinê ya Rojava xwedî nirxeke sembolîk e. Ji ber ku cara yekem sîstema hevserokatiyê li vir hat pêkanîn. YPJ’ê li vir damezirandina xwe ragihand û şehîda xwe ya destpêkê ya parastinê ya jinê li vir da. Di destpêka sala 2018’an de dema ku artêşa Tirk bi tankên NATO’yê û bi pêşengiya çeteyên bi zîhniyeta DAIŞ’ê ev der dagir kir, Koalîsyona Navnetewî, Neteweyên Yekbûyî an jî Rûsya li hemberî vê nesekinîn. Li vî bajarî û gundên derdorê ku hema bêje hemûyê wê Kurd in, paqijiya etnîkî hat kirin. Zimanê Kurdî hat qedexekirin, Tirkî û Erebî weke zimanê fermî hat ragihandin. Şiroveya Îslama Emewî hate serwer kirin û şerîat hat ragihandin. Beşeke zêde ya xelkê Efrînê neçarî koçberiyê hat kirin, yên malên xwe neterikandin jî bi temamî di bin rejîmeke terorê de têkoşîna jiyanê didin. Ev rewş bi tenê li Efrînê na, hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê ku dewleta Tirk dagirkiriye, pêk tê.

Lê belê êrîşên qirkirina jinê ya bi destê dewleta Tirk û leşkerên wê yên bi pere tên bi rê ve birin, herî zêde li Efrînê pêk tên. Em dizanin ku ev ne tesaduf e, bi armanca ew bajarê sembola şoreşa jinê ye, veguherînin sembola koletiya jinê, tê kirin. Li Efrînê bi tenê êrîşên qirkirina çandî û paqijiya etnîkî nayên kirin, di heman demê de qirkirina jinê jî pêk tê. Jin û zarokên keç ên Kurd, ji aliyê çeteyên faşîst ku maaşên –bi îhtîmaleke mezin bi pereyên Yekîtiya Ewrûpa ku qaşo ji bo alîkariya penaberan tê dayîn- wan ji aliyê Enqerê tên dayîn, tên revandin û dîl girtin, destdirêjî lê tên kirin, ji bo bajarên cûda weke kole tên firotin, tên qetlkirin û cenazeyên wan davêjin erdên vala. Ev kirinên qirkirinê ku li bajarên Rojava û Bakurê Sûriyê jin rûbirû dimînin û bi rengekî fîîlî veguheriye dagirkeriya dewleta Tirk a bi erêkirina NATO û Neteweyên Yekbûyî, ji yên DAIŞ’ê cûda nînin. Ew hêzên ku ji bo êrîşê Afganistanê bikin, mafên jinan ji xwe re kirin hincet û destwerdana xwe rewa kirin, bêdengiya wan a li hemberî vê qirkirina jinan a di bin kontrola dewleta Tirk de tê pêkanîn, hem hevkariya wan a sûc hem jî rûyê wan a rast eşkere dike.

Êrîşên qirkirinê yên li dijî jinan, di nava sînorên fermî yên dewleta Tirk de, di çarçoveya heman konseptê de, bi amûr û rêbazên cûda tên birêvebirin. Ji ber sedema qedexeya derketina derve ya ji ber vîrûsa korona, xwepêşandanên girseyî yên protestoyê zehmet bûne. Dewleta Tirk ji vê yekê hêz girt û di vê pêvajoyê de şaredariyên li bajarên Kurdan ku di çarçoveya sîstema hevserokatiyê dihatin birêve birin, dagir kir û hevserok jî girtin. Mêrên faîlê şîdetê ne, di bin nave efûya coronayê de hatin berdan, bi qanûna bi tecawizkarê xwe re bizewice, faîlên şîdeta cinsî bê ceza hiştin. Têkoşîna jinan a li beramberî vê yekê jî krîmînalîze kirin û pêşengên têkoşînê girtin. Li tu cîhekî cîhanê, bi qasî li Tirkiyeyê, dîlên siyasî yên jin, di girtîgehan de nayên ragirtin. Ji parlementeran, heta hevserokên şaredariyan, ji aktîvîstên civaka sivîl, heta dayîkên aştiyê, bi sedan, heta bi hezaran jin li Tirkiyê, ji ber karên xwe yên siyasî û civakî, ji ber axaftin û nêrînên xwe, di girtîgehan de ne. Ji ber ku dewleta Tirk dizane ku berxwedana civakî ya li dijî rejîma faşîst ji aliyê jinan tê kirin, bi şantaj, gef, zext, destgîrkirin û girtinan, bi taybetî dixwaze jinan bê hêz bike û teslîm bigire. Vê yekê bi tenê bi hêzên girêdayî xwe nake. Li gel nêvenga ku krîza civakî, siyasî û aborî lê serwer e afirandiye, bi gotin û polîtîkayên nijadperest, mîlîtarîst ên dijminê jinan e, her cure şîdeta li dijî jinê teşwîq dike. Di encama vê de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, di qonaxên dawî de kuştina jinan û xwekuştinên bi guman de, zêdebûneke cidî heye.

Dewleta Tirk a faşîst ku di êrîşên dijminahiya Kurd û jinan de tu sînoran nas nake, êrîşên xwe yên leşkerî yên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê jî berfireh dike. Bi giştî ji sala 2007’an, bi taybetî jî di 5 salên dawî de êrîşên hewayî yên dewleta Tirk berfireh bûne û hîn dijwartir tên birêve birin. Herî dawî şeva 14’ê Hezîranê bi dehan balafirên şer ên dewleta Tirk, hemwext warê qedîm ê Êzidiyan Şengal, wargeha penaberan a Mexmûrê ku 12 hezar niştecîhên xwe hene û Herêmên Parastinê Yên Medyayê bombardûman kirin. Xelkê Şengal û Mexmûrê ku hîn travmaya êrîşên DAIŞ’ê ku di 2014’an de rûberû bûn derbas nekirine, vê carê rûberî êrîşên dewleta Tirk ên qirkirinê ne. Divê bê zanîn ku ev êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên derveyî sînoran e û sûcê şer pêk tîne, heta erêkirina NATO’yê nebe, nikare were pêkanîn. Ji ber vê sedemê li gel dewleta Tirk, di serî de DYE, hemû NATO ji ber van êrîşan sûcdar in û berpirsiyar in. Di pêla êrîşan ên di vê dawiyê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Bi taybetî jin ji êrîşên hewayî yên dewleta Tirk zêdetir bandor dibin. Ji ber ku di encama van êrîşan de, bi sedan gund tên valakirin, niştecîhên gundan jî neçar tên hiştin ku koçberî bajaran bibin. Jinên ku li gundan di pêvajoya berhema çandinê û xwedîkirina sewalan de bi rengekî aktîf cîh digrin, bi koçberiya bajaran re, îzole dibin û li derveyî berhemdariyê dimînin. Ev jî rewşa siyasî, aborî û civakî ku li başûr ketiye krîzeke kûr, ji aliyê jinan ve hîn girantir dibe. Weke encama vê yekê di şîdeta li dijî jinê û di nav malbatê de gelekî zêde dibe, di encama vê de jî rêjeya kuştinên jinan û xwekuştinên bi guman jî bilind dibe.

Rewşeke bi heman rengî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî heye. Li Îranê rewşa krîzê ku siyaseta dijminê jinan û muhafazakar a ji çareseriyê gelekî dûr e, her roj girantir dibe, weke aloziyeke civakî û aborî vedigere gel. Ev rewş hemû komên etnîk û olî yên li giştî Îranê bi rengekî neyînî bandor dike, lê Kurd rûberî êrîşeke hîn sîstematîk û berfireh dibin. Ji ber ku dewleta Îranê bi êrîşên top û hewanan destekê dide êrîşa artêşa Tirk a li başûrê Kurdistanê, di heman demê de li sînorê herêma Kurdistanê hêza xwe bi cih kir û zêde kir, dest bi tevgereke leşkerî kir. Ev tevgera nû ya li dijî Kurdan, di demekê de ye ku Îran hem li Rojhilata Navîn di şerê hegemonyayê ya bi Emerîkayê re tengav bûye, hem jî di demeke ku di hundir de gel bi vîrûsa korona şer dike û di nava krîza aborî ya giran de difetise de ye pêk tê. Ev rewş li bi rengê şîdeta zêde û kirinên qirkirinê ya li dijî jinan xwe dide der.

Ev êrîşên qirkirinê yên li dijî jinan ku em li Kurdistanê rûbirû mane, li çar aliyên cîhanê jî bi heman rengî tê meşandin. Di asta cîhanî de di şîdeta li dijî jinê de, bi taybetî jî şîdeta di nav malbatê de, di asteke metirsîdar de zêdebûn mijara gotinê ye. Mirov dikare vê yekê di lêgerînên ji bo xetên alîkariyê yên ji bo jinên rûbirûyê şîdeta mêran mane hatine avakirin, bibîne. Li gel vîrûsa corona li Libnanê di bangên xeta alîkariyê yê ji bo şîdeta di nav malbatê de, ji sedî 100 zêde bûye. Li Kolombiya ev rêje ji sedî 142 ye. Li Meksîkayê di navbera mehên Adar û Gulanê ku karantîna di meriyetê de bû, 2 hezar û 338 jinên mexdûrê şîdeta di nav malê de, banga alîkariyê kirin. ( Di sala 2019’an de di nav heman demê de hêjmara jinên ku li xetên alîkariyê geriyane 735 kes bûn). Bi heman rengî di êrîşên cinsî de jî zêdebûneke cidî tê dîtn. Bi taybetî jî li hemberî zarokên keç. Li Kolombiya di nav 2 mehên karantînayê de 2 hezar û 338 zarokên keç ên di bin 14 salî de rûbirûyê şîdeta cinsî û destavêtinê bûn. Ev hêjmarên ku hatine tomar kirin. Hêjmarên rasteqîn hîn zêdetir in.

Ev qirkirina jinê ya ku li cîhanê pêş dikeve, yekser an neyekser xwe ji zanîstîperestî, olperestî, milliyetperestî û cinsiyetperestiya ku modernîteya kapîtalîst xwe dispêre xwedî dike. Ji ber vê sedemê li gel zêdebûna êrîşên cinsiyetperest, bilindbûna nijadperestî û faşîzmê jî, ne tesaduf e. Di vê çarçoveyê de bi taybetî li Emerîkayê ew şîdeta dewletê ya serweriya spiyan ku bi sedsalan e bi rengekî sîstem li dijî reşikan pêk tê, evqas dijwarbûna wê bi vê re girêdayî ye. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya jinê, bi beşên antî-nijadperestî, antî-kapîtalîst, antî-dagirker re têkoşînê bimeşîne û bi van beşan re tifaqê ava bike, pêdiviyeke bingehîn e. Li gel vê mîlîtarîzma ku ketiya nav qadên jiyanê yên berfireh, biçekbûna şexsî, serweriya hêzên derveyî dewletê, yekser li ser jiyana jin û zarokan bandoreke mezin dike. Hewldanên mezinkirina mêtingeriya cinsî ku xwe dispêre têgîhîştina azadiyê ya sexte û fuhuşê rewa dike, asteke din a qirkirina jinê pêk tîne. Dîsa jin ji hercûre parastinê qut, di sektorên ne fermî de tengav kirin û ji mêtîngeriyê re vekirna jinê, divê di vê çarçoveyê de bê dîtin. Bi giştî dema mirov ji bergeheke berfireh lê temaşe bike, qirkirineke mezin a jinê ya piralî tê meşandin û zîhniyeta serdest a mêr, ji şertên pandemiya Covîd-19 dixwaze di asta herî jor de sûdê werbigre.

Baş e piştî me ev testpît kir, weke jin em ê li hemberî vê şer û êrîşa sîstematîk û qirkirina jinê ku rûbirû ne, bersiveke çawa bidin, xwe çawa biparêzin, çawa rûbirûbin û berxwedana çawa rêxistin bikin? Vê gavê xala ku em li ser hûr bibin, ev e. Tespîta rewşê û nirxandinên me divê xizmetê ji vê yekê re bikin. Nexwe tenê em li ser êrîşan bisekinin, rewşa heyî bi tenê ji ser qirkirina jinê bidest bigrin, em ê bikevin rewşeke bêhêvîtiyê. Di rastiyê de yek ji sedema ku sîstema mêrsalar evqasî êrîşkar bûye jî, têkoşîna jinê ya bilind û bihêz dibe. Em xaleke lewaz nînin, berovajî hêza civakî ya ku sîstema cîhanî herî zêde tengav dike, herî zêde li hember disekine, em in. Divê em di zanebûna vê hêza xwe de bin. Bi vî rengî dikarin li hemberî hercûre êrîşên îdeolojîk, polîtîk, aborî, leşkerî, fîzîkî û manewî yên sîstema mêrsalar û kapîtalîst ku dixwaze me ji hêz bixe, teslîm bigre û stûtewandinê li me ferz bike, bisekinin. Em dikarin hîn zêdetir wê lewaz bikin, têkoşîna azadiya jinê bikin kirdeya pratîk a serdema şoreşa jinê ya sedsala 21’an. Ev gotineke hema wiha hatiye kirin nîn e. Azadiya jinê, ekolojî û demokrasî dikare rengê xwe bide serdemê. Em dikarin şoreşa jinê ya ku van pêk tîne, ava bikin. Êrîşkariya aliyê hember, vê yekê îspat dike. Di rastiyê de pêvajoyên şoreşê, pêvajoyên têkoşîn û berxwedana dijwar e. Ji niha ve em di nav pêvajoyeke têkoşînê ya wiha dijwar de ne. Wê demê divê sekna me ya li beramberî vê sîstemê jî bi vî rengî dijwar be.

Sîstem dixwaze me bi tenê bihêle û îzole bike. Ji ber ku baş dizane em jin, hêza xwe ji yekbûn û piştgiriya xwe digirin. Wê demê dive jinek bi tenê nemîne, bi tenê nemeşe, ji herêmî hev hembêz bikin, xwedî li hev derkevin, piştgirî bidin hev û hev biparêzin. Gava yekem ev e.

Gava duyem, divê em torên xwe veguherînin binesaziyê rêxistinkirî. Bi zanebûna rêya azadiyê ji rêxistinbûnê derbas dibe, hemû pirsgirêkên xwe yên ji tenduristiyê heta aboriyê, ji huqûqê heta siyasetê, ji civakê heta çandê, ji ragihandinê heta werzişê, ji malbatê heta welat, xwe bispêrin hêz û rêxistinbûna cewherî, rêyên çareseriyê pêş bixin. Kîjan pirsgirêk dibe bila bibe, divê em bi aqlê hevpar û îradeya kolektîf, hêza çareseriyê pêş bixin. Li gel her zehmetiyek me derbas kiriye, hem di asta takekesî, hem jî di asta kolektîf de, hîn bihêz bibin û bi vî rengî sîstema serdest a mêr ku dixwaze me bê îrade bihêle, lewaz bikin.

Ya sêyem, divê em di têkoşîna sîstema serdest a mêr de, zîhniyeta baviksalar, hedef bigrin. Ji ber ku yê her cure şîdetê jinûve hildiberîne, ev zîhniyet e. Heta ku em vê zîhniyeta ku ji ser desthilatperestî û têkîliyên desthilatdariyê, dest li her qadeke jiyanê werdide, ketiye hemû şaneyên civakî veneguherînin, em nikarin destkeftên xwe bixin bin ewlehiyê. Ji bo vê jî dive zîhniyeta mêr a desthilatperest bi kûranî bê dahûrandin, çawa bûye sîstem bê tehlîl kirin, kodên wê zelal bibe û li hemberî vê hêza xwe ya parastina cewherî ava bikin. Tu carî divê em qebûl nekin. Divê em wê îfşa bikin, teşhîr û tecrîd bikin. Hem weke jinan di asta kolektîf de xwe û derdora xwe zane bikin. Di vê çarçoveyê de pîlanên perwerde û çalakiyan pêk bînin. Divê em li gel jinan û civakê zîhniyeta baviksalar weke tiştekî nayê qebûlkirin û tiştekî kirêt nîşan bidin. Dema em vê yekê dikin, girêdana vê zîhniyetê ya bi mîlliyetperestî, nijadperestî, cinsiyetperestî, olperestî û dagirkeriyê bihêz deynin holê û zîhniyeta azadiyê ava bikin û li hemberî wê bisekinin.

Ya çaran, weke kom, rêxistin û tevgerên jinan, li ser bingeha zîhniyeta azadiyê, divê em sîstema xwe ava bikin. Avakirina sîstema xweser a demokratîk a jinan, wê bê wateya jiyanî kirina zîhniyeta azadiyê. Ger em binesaziyên xwe yên xweser, li ser bingeha Konfederalîzma Demokratîk, bêyî ku herêmîbûn û xweseriya xwe lewaz bikin, bêyî ku binesaziyên navendî yên nû ava bikin, bigîhînin sîstemeke hevpar, wê binesaziyên desthilatperest û dewletperest marjînal bibin. Ji bo tengkirina qadên bandora sîsteme serdest, divê em qadên azadiyê yên xwe berfireh bikin. Bi qasî em mezin bibin, ew ê biçûk bibin, bi qasî em bihêz bibin, ew ê lewaz bibin, bi qasî em zêde bibin, ew ê kêm bibin.

Tam dema vê yekê ye! Êrîşên baviksalar ên di asta qirkirinê de tên birêvebirin, lêgerîn û îdîaya azadiyê ya jinan kêm nake, berovajî zêde dike. Wê demê em her qadeke jiyanê veguherînên qada têkoşîna li dijî zîhniyet û sîstema baviksalariyê! Em dest bidin destê hev û li hemberî her cûre rengê şîdetê rawestin! Em dest bidin destê hev û ew zincîra ku em ava bikin veguherînin dîwarekî ku cinsiyetperestî, nijadperestî, dagirkerî nikare derbas bibe, zîhniyeta xwe ya azadiyê ava bikin, sîstema xweser a demokratîk a jinên cîhanê damezirînin! Em dikarin vê bikin! Ji ber ku dem ev dem e! Dem ew dem e, em li her cîhekî cîhanê Şoreşa Jinê ya Mezin a Dîrokî ava bikin, ji Kurdistanê heta Mînneapolîs, Ji Cîûdad Juarez heta Kandahar, Ji Xartûm heta Madrîdê sîstema serdest a mêr hilweşînin!"