KJK: Hesab wê ji kujerên Firyal Xalid bê pirsîn

Koordînasyona KJK'ê kuştina siyasetmedar Firyal Silêman Xalid şermezar kir ku 18'ê Çileyê li Kerkûkê bi sûîqestê hate eqtilkirin û diyar kir ku wê hesab ji kujeran bê pirsîn.

Aktîvîst Firyal Silêman Xalid 18'ê Çileyê li Kerkûkê li ber dibistanekê di encama sûîqestekê de hate qetilkirin. Li gorî şahidên bûyerê, êrîş ji aliyê du kesan ve hate kirin û çeka bêdengkirî hate bikaranîn. Hate ragihandin ku 8 fîşek berdan Firyal Silêman Xalid û êrîşkar ji holê winda bûn.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta Tirk a qirker, kujerê jinê û faşîst, rûyê xwe yê qirêj, bi xwîn û tarî li Kerkûkê bi qetilkirina siyasetmedar-şoreşgera Kurd Firyal Silêman Xalid careke din nîşan da. Em hevrêya xwe ya şehîd bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, diyar dikin ku em ê bi xurtî xwedî her kêliya keda sih salan a têkoşîna wê ya azadiya jinê derkevin. Em dibêjin, em ê hesab ji dewleta Tirk a faşîst, xizmetkar û tetîkkêşên wan bipirsin, vê yekê li ser bingeha xweparastinê bikin. Em vê kuştinê bi tundî şermezar dikin."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst ku bûye bela li serê cîhanê, komkujî û polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, ji sala 2013'an û vir ve bi rêk û pêk bi qetilkirina jinên Kurd ên polîtîk û şoreşger, dewam dike. Piştî ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hevrêyên me Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin, li Ewropa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dehan şoreşger, siyasetmedar û aktîvîstên jin hatin qetilkirin. Pêwendiya van êrîş û komkujiyan bêguman bi zanebûn û hişyarbûna bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a 50 salan û asta pêşengiyê ya jinê li nava têkoşîna azadiyê heye. Dewleta Tirk ji bo asta têkoşînê ya jinên Kurd lawaz bike mîna şebekeyeke kuştinê tevdigere. Jê heye ku bi kuştina jinan û Kurdan wê karibe wan ji têkoşîna azadiyê û berxwedanê vegire û bitirsîne. Pratîka têkoşîn û berxwedanê ya jinên Kurd a nêzî 50 salan nîşan dide ku dewleta Tirk di nava şaşitiyeke mezin de ye. Her êrîş û komkujiyê îradeya jinên Kurd xurt kir, biryardariya ji bo tevlîbûna li nava refên têkoşîna şoreşgerî hîn mezin kir. Bi qetilkirina Sakîne Cansiz re Sakîneyên nû rabûn û bis edan jin ên ciwan û hevrêyên enternasyonal navê Sara li xwe kirin, tevlî nava refên têkoşîn û şoreşê bûn û refên berxwedanê xurt kirin.

Li piştî qetilkirina hevrê Firyal li Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk ve, tirsa ji têkoşîna mezin a jinên Kurd û dijminatiya li jinan heye. Li gel vê yekê dixwaze destketiyên gelê Kurd ên li Kerkûkê têk bibe, bê Kurd bihêle, gelan li ber hev rake, kaosê biafirîne, nakokiyan kûr bike û şer bide destpêkirin. Di vê demê de ku şer û nakokiyên berjewendiyan ên hegemonya kapîtalîst-emperyalîst û serweriya mêr zêde bûne, li gelek deverên Rojhilata Navîn û Asyayê şer diqewime, dewleta Tirk a faşîst-nijadperest dixwaze sûdê ji vê yekê werbigire û giranî daye ser komkujiyên Kurd û jinan. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombeyan li binesaziya aborî û civakî ya gelê me dibarîne, pêwîstiyên herî bingehîn; navendên av, elektrîk û sîloyên genim tune dike, dixwaze gelê me koçber bike û demografiyê biguherîne. Bi van êrîş û komkujiyên topyekûn dixwaze armanca xwe ya qirkirina Kurdan bi ser bixîne û zemîn û derfetê ji polîtîkayên N eo Osmaniyê re biafirîne. Lê em careke din destnîşan dikin ku hûn ê nikaribin vê bi ser bixînin, hûn ê têk biçin. Weke jin em ê têkoşîna azadiyê xurt bikin, mezin bikin û weke gelê Kurd jî em ê xaka xwe neterikînin, bi gelan re bijîn û xaka xwe bikin warê azadiyê.

Bi kuştinên polîtîk bi qetilkirina jinên Kurd û zindanîkirinê re hûn ê nikaribin biryardariya me ya ji bo serxistina têkoşîna azadiyê asteng bikin. Berevajî vê yekê biryardariya me hîn tûj dibe, îradeya me hîn xurt dibe û weke bi hezaran Sara û Zelal ên nû tevlî nava çeperên têkoşîn û berxwedanê dibin, em ê têkoşîna xwe di asta herêmî û gerdûnî de mezin bikin.

Em bang li gelê xwe û jin ên ciwan ên Kurd dikin ku weke Firyal ên nû tevlî nava refên berxwedan û têkoşîna azadiyê bibin, bi vî rengî bersiva herî xurt bidin dewleta Tirk a faşîst. Em bang li jinan dikin ên ku têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr, antî kapîtalîst û azadiya jinê ji xwe re kirine armanc; li ber kuştinên polîtîk ên dewleta Tirk rabin û helwestê nîşan bidin. Di serî de civaka navneteweyî ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst xwe bêdeng dike û tiştekî nake, em bang li hêzên herêmî û welatên ku cînayet lê diqewimin dikin ku helwestê nîşan bidin, berpirsyariyên xwe pêk bînin."