KJK’ê peyama sersaxiyê weşand

KJK’ê ji ber wefata Cevriye Guven a ku dayîka Leyla Guven e ya ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, peyameke sersaxiyê weşand. KJK’ê got ku, “Em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistaneke azad û jiyaneke azad teqez ava bikin.”

Koordînasyona KJK’ê ji ber wefata Cevriye Guven a ku dayîka Leyla Guven e peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me û ji bo pêkanîna hevdîtina bi Rêbertiyê re Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 59 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayîka Guven, Cevriye Guven di 94 saliya xwe de wefat kiriye. Ji ber wefata dayîka Cevriye Guven em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistaneke azad û jiyaneke azad teqez ava bikin.

DAYÎK JI BO ME HÊZA MORAL E

Dewleta Tirk a faşîst bi awayekî bêqanûnî êrîşî gelê Kurd û dayîkan dike. Di nav van şertên faşîzmê de herî zêde dayîk êşê dikşînin û li ber xwe didin. Her roj zarokên dayîkên em tên girtin û kuştin. Leyla Guven di çalakiya greva birçîbûnê de di roja 57’an de dayîka wê wefat kiriye. Dayîk bi giyanekî mezin ê welatparêziyê her dem ji bo têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê bûne hêz û moral.

Em dixwazin careke din balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 59’an de. Çalakî di roja 59’an de ye û hatiye asteke krîtîk. Vê çalakiya Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda me, çalakiyeke dîrokî ye. Divê gelê me, çalakgerên greva birçîbûnê bi tenê nehêle û divê em deng bidin, dengê wan. Divê hemû gelê me û jinên Kurd xwedî li çalakiya Leyla Guven derkevin. Em ê bi berxwedana xwe faşîzmê derbas bikin û em ê bi ser bikevin.”