KJK’ê Nûdem Maraş bi bîr anî

Koordînasyona KJK’ê gerîlaya YJA-Starê Nûdem Maraş ku meha Nîsanê li Botanê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Koordînasyona KJK’ê ji bo Turkan Yuksel (Nûdem Maraş) ku Nîsana bihurî li Botanê jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bîranîna Şehîd Nûdem ku di têkoşîna me ya şoreşê de ya maratona domdirêj de xwedî meşa mezin bû bi hurmet bi bîr tînin, em sond dixwin ku heta ku em têkoşîna xwe ya jinê bi serfiraziya azadiyê tacîdar bikin weke wê serbilind û têkoşer bin."

KJK’ê sersaxî da malbata Yuksel, gelê Kurdistanê û 'jinên şoreşger, berxwedêr' û wiha dewam kir:

"Heval Nûdem hevrêyeke me ya wiha bû ku di jiyana xwe ya şoreşê de cih daye her cure tecrûbeya têkoşînê, bûye bîr û xêva şoreşê, bi taybetî jî bîr û xêva azadiyê ya şoreşa jinê, di her qadê de, di her gavê de xwe daye têkoşînê. Hevrêyeke me ya wiha ku rêça Elewîtiyê bi têkoşîna azadiyê re bi rengekî watedar gihandiye hev, mohra xwe li têkoşîna me ya şoreşger bi taybetî jî li têkoşîna Bakurê Kurdistanê daniye. Weke derwêşekê pişta xwe daye hemû şertên madî yên modernîteya kapîtalîst, jehra wê ku weke şerbetê datînin, helwesta xwe ya şoreşger diyar kiriye û bi azadî berê xwe daye çiyayan. Ji her hêlê ve pêşeng e, di her gava xwe de tiştek zêde kiriye, mohra xwe lê daniye, şopa xwe hiştiye. Heval Nûdem ku di geşbûna têkoşîna jinê de ya li Mezopotamya û Anadoluyê, di hevkarbûna wê de rola xwe bi cih aniye û pêşengiya vê jî kiriye, rêça Xwedawendî ya Mezopotamya û Anadoluyê  bi xwe re zindî kiriye, gihandiye sedsala 21. Bi Kurdbûn, Elewîbûna xwe ya Mereşê û bi jinbûna xwe nakokiyên kûr ên jiyanê, êrîşên dijmin, neheqiya zayendparêziya zilam-serweriyê, newekhevî ji kûr ve hîs kiriye û vê jî ew ber bi hêza jiyanê ya Xwedawendan ve biriye.

Ev nakokiyên heval Nûdem ku şahidî li wan kiriye, lêgerîna çareseriya van nakokiyan, rê li ber kesayatiyeke bîrewer, xwerû, dilnizm, rikdar, bi îdia û zana vekiriye. Ev taybetmendiyên vî karekterî di dilê gelê Kurd, gelên Anadoluyê û jinan de şopên kûr hiştine, rê vekiriye û xwe kiriye stêrk.

Kesayatiya wê ya ku ji zilmê, nedadmendiyê, ji faşîzmê re serê xwe natewîne, yekbûna dil û beden û bi kesayatiya wê ya ku ji bo şoreşê rabûye ser piyan, rêya me û manîfestoya me ye. Meşa wê ya bi Kurdistana Mereşê dest pê kirî, bi meşa Botanê re mezintir bûye, xweştir bûye û azad bûye. Rûpeleke din a dastana hevdem a Evîna Kurd bi vê meşa xwe ya mezin û bi têkoşîna xwe ya mezin a dij faşîzmê hevrêya me Nûdem nivisiye.

Em KJK careke din soza têkoşînê didine yek mezintirîn pêşanga têkoşîna me ya azadiyê hevrê Nûdem û diyar dikin li dijî faşîzmê û zayendîparêziya zilam-serweriyê têkoşîna xwe ya ji bo bîranînên wê geştir bikin û bi têkbirina nîjadperestî û zayendîparêziyê tola wê hilînin."